Xwe nexapîne?
Helbestvan: Hasan Kordede
Xwe nexapîne?
Gava jiyan hat şeritî
Tazî û rût jê şemitî
Wê çaxê tu bextereş bû
Tar ji deste çû filitî..
Tu bi hêrs bû pir geda bû
Li gora xwe şareza bû
Dinya li ber te fena bû
Navê însan b'ev qemitî..
Ew nav ji bo avahî yê
Bo rûmeta xwedahî yê
Lê te ew nav pêknanî yê
Juyan zû çû rêk pelitî..
Dawî va hat ka te çi kir
Ax û herî bi ser xwe kir
Kuro çima tobe nekir
Kiryarên te jê niqutî..
Çav birçî yo xapandî yo
Tazî hato tazî çû yo
Te hîna dor xwe nedî yo
Tirsa dilê te diziqitî..
Îroj barkir dest vala çû
Bê xatir ji hevala çû
Wek mişkê kor di çala çû
Poşmanî jê diliqitî..
25/03/2024-Serzorî
***********
Nîşana me ye?
Yek ba û baweşîn tu ye
Behar û dil xweşîn b'xweye
Kelha zor hilweşîn tu ye
Amanc û serxweşî j'me ye..
Roja serxwebûn da nasîn
Raman û awaz û yasîn
Berhema ku pê xelasîn
Cîhana tev jê lome ye..
Daxwaza kurdan ser salê
Şahîya ciwan û kalê
Dijmin ji dest te dinalê
Ew vîn û mebesta we ye..
Geş dikin em di adarê
Zanin ku ketin beharê
Agirê şabûna yarê
Mizgîn dîsa ku kurd heye..
Sibê şahî yû hem coşe
Ciwan û kalî tev xweşe
Her kes pê forsan difroşe
Pîrozkin wê bê lome ye..
Pîrozkin bav û bapîra
Şehîd hûn nekin ji bîra
Bi wan xweş bikin tevdîra
Spas ku cejna me he ye..
20/03/2024-Serzorî
-----------
XELAT
