Em Wek Xwe Dibrûsin

Em Wek Xwe Dibrûsin

Helbestvan: Merwan Berekat

Em Wek Xwe Dibrûsin

Sînorên payîzan rewrewkên çûneke zer in

Li nav dengvedana gera xwe em tîrêja azad in

Qeder cenga bêkêran e

Em vejîna berbanga xwe ne

Bêdengî gora peyvê ye

Peyv şoreşa jiyanê ye

Jiyan govenda hebûnê ye

Em

Bi dengê xwe

Bi heyranokên dayîkên xwe

Rengên govenda xwe ne

Em wek roya xwe dibrûsin

Yên di nav mijê de

Yên bi berçavkê reş

Yên li ser rêyên kor

Yên hêviyên xwe kirine tûrikên qul

Yên dibezin hemêzên xefikan

Yên li siha xapînokiyê siwar in

Yên bi teriya tariyê şanaz in

Yên li dûvê têkçûna xwe dilikumin

Bila ji xewna mirina xwe hişyar bin.

 

Qamîşlo:

  1. 12. 2024

XELAT