EVÎNZÊ
Helbestvan: Merwan Berekat
EVÎNZÊ
Tu dûr î
Bi pinpinîkan re silavan ji te re rê dikim
Berî sînorê welêt derbas bikin
Li ser gora pakrewanan dibin gul
Tu dûr î
Gurzek ramûsanên coşê
Bi bayê têrxunav re ji te re rê dikim
Berî sînorê Kurmancistanê derbas bikin
Xwe diyarî dêmên zarokên sêwî dikin
Tu li dûr î
Bi hilma sibehan re
Refên hestnazikiya xwe ji te re rê dikim
Li tenga bajarê min ê birîndar
Dibin tolvedan û dijenin
Tu dûr î
Ez li vir im
Ji dil dipirsim kî evîndara te ye?
Bi girînokî dibêje
Evînistan
Zeytûnistan
Kurmancistan evîndar û evînzêya min e.
- 10. 2023
XELAT