Temya Pêșyan

Temya Pêșyan

Helbest: Eskerê Boyîk

 

Temya pêșyan

Neçin qûmistana,

Em evdên çiya ne,

Ruhê me - kanî

Bawari zozan e…

Qûmistan bê av

hișk û ziha ne,

Tav- dișewtîne,

Ba- difetisîne,

Xeaset jî weke

Pișta deva ne,

Nav sozê wan da

Ȋtbarî nîne…

Wîjdan wur șûre,

Bawarî- kuștin e,

Kê riya wanda çû

Veger nîne,

Nîvê rê da dimîne…

Neçin qûmistane,

Em evdên çiya ne,

Ruhê me kanî

Bawari zozan e…

 

2024

XELAT