Roj ji Ser Zeviyê Xewnên Min Çûye Ava
Helbest: Shahîn Bekir Soreklî
Wey hawar
Demê çi hanî serên me!
Rûyê te nema yê di bîra min de ye!
Demekê rûyê te dilê min av dida
Wek memikê şîr dide dergûşê birçî
Lê dergûş mezin bû û nema li dû şîr e
Û ez her nêçîrvanê rûyê te me.
Berê rûyê te jiyana min geş dikir
Wek roja di sibeheke zivistanê de hilê
Û wê rojê bike wek yeke biharê.
Wey li min wey!
Mijê payîzê rûyê te xistiye nav xwe
Dikim-nakim nagihêmê
Dil sar dibe û digirî:
Ax rebeno ax
Roj ji ser zevîyê xewnên te çûye ava!
(Shahîn Bekir Soreklî: 08/2017)
XELAT