NATIRSIM…
Helbest: Karîna Osêyan
Çiqas riya min dijvar be
Pêş de diçim ez bêminet
Dijmin her tim li paş min
Lê nikar dade rê li ber min
Çiqas bikim ez nalenal
Laşê min ji xwînê bi val
Ez ê dîsa rabim ser xwe
Şûr û mertal bigirime xwe
Natirsim ez ji gurên har
Binê postê berxên bê zar
Ez ê riya xwe bimeşim
Fêza min Xudayê bal.
26/05/24 Fransa
XELAT