ÇÎROKA  KANÎYA CEZO

ÇÎROKA  KANÎYA CEZO

Helbestvan: Mehmet Çobanoglu

Kanîya Cezo li pala Gundê Xar'ê di zinaran de, du cîwan digerin li dorê

Ji mirinê û xemgîniyê

Malan barkir

Malên kurdan

Li vê hêlê

Ji van gundan

Bi herêma Serahad'ê

Li navçeya Qaqizman'ê

Evdilê Mistiqe

Mihê Xefo pir cîwanin

Û

Pir bêzarin

Li vê derdê ji vê xemê

Kanîya Cezo li ber lat û zinaran e

Xar jî wek gund ê

Bê xwedî

Lo Cezo Beg, lo xayîno

Lo bêbexto

Tu çi dixwazî ji ciwanan

Lo tu çi dixwazi, çi daxwazî ? Bûkan, keçan û dayikan didî girîn

Bekirê Selîm rê hevalê Cezo ye, ew kesê ne xêrxwaz û manîpulatîf

Mihê ji li beg re dibêje "Ma tu ne mîr î, tu ne beg î

Me bihêle

Tu çi ji me dixwazî ? Ji me dev berde

Em ji leşkeriyê reviyan

Ev tivingên hanên

Ên dewletêne

Ku roja em bên girtin

Dewlet li wê rojê, ê tivingên xwen ji me bixwaze

Kanîya Cezo fêz Xar'ê, li ser hemberê dêra Filleyan e

Kanî bû şahidiya mirina

Beg

Bi saline her tim xumexume

Bi xeman kûr diherike

Ji behsa îxaneta beg dike

Ev kaniya dilan

Pir xemgîn e

Pir zelûl e

Şahidê agirên bi malan ket

Dibêje "Beg ne mêrê mêran bû"

Mîr

Ji ciwanan re

Bû bela

Ew mîrê bêbawer

Bi her tişt heq kir

Li du guleyan hat kuştin

Beg hat kuştin! Ew ciwan ên bêguneh ne xayin bûn

Gava li ser axê xwîn tê rijandinê, hewarî dikeve mar û mişkan

Bi gotinan "gulle lêdikeve

Bi çend birîn

Li laşê mîr de vedibin"

Ev çîrok

Bi vî awayî tê gotin

Bi salan e tê gotin

Malan barkirin, ji war koçkirin

Ey çiyayên me

Yên ku ji dengê avê fêm dikin

Gûhdar bin

Ka kaniya dilan ji me re çi dibêje

Dibije " cîwan nikarîbûn

Ji tengasiyê birevin

Mîr bu bela ser ê wan

Cîwanan

Yek li Gundê Axceqelê

Ê din jî 

Gundê Pifik ê bû"

Çi kanî ye? Kanîya Cezo

Kanîyeke her tişt zan e, li her dil jî, lê pir bawer e

Ew du kes ku ji leşkerîyê reviyan e! Herd jî leşkerin

Di nav destên wan de tiving heye

Cezo Beg

Çavê xwe li çekan digre

Cîwanan re

Dibije " ka wan tivingan bidin min

Ku hun wan çekan

Nedin min

Ezê herim, li giliyê we cerdan re bikim" de beg

Bi vê awayê dike ciwanan bitirsîn

Tê gotin ku di sala 1924 de

Evdilê Mistiqe

Tetikê tivingê dikişîne û gulleyan davêje, li ser kanî Cezo Beg dikuje

23.12.2023

Stenbol

 

XELAT