NAVÊ TE!
Helbestvan: Dîlan Maku
NAVÊ TE!
Hemû dîyarê sêwî de,
Min navê te nivîsîye,
Pişt pîderî yê deri de,
Tevahî tîpên zindîye,
Avahîya dile min de,
Kevîya sûrên kevnare,
Nale nala teyrê melûl,
Bernediran şûn û ware,
Per şikestî , dilê zelûl ,
Vaye xwîna wan dîyare,
Koka dara çinarê de,
Veşartye zînê canîye,
Nexş û nîgarê li ser de,
Nîşan e horî , medîye ,
Xwe nava dil cengê mın de,
Vê mêrga hişk û ziha de ,
Kom bibûn qîz û bûkê me,
Bi tevlî jan û girî de ,
Bi fêrmêska av didan me,
Em hatin roja iro de ,
Di kolaneka helhele,
Digere def û zirine ,
Direqisin bi teşqele,
Navê te wir dibe tune,
Digrî gul sosin û lale,
Dil û evina bedew de,
Korê keleş,qîzê esmer,
Ax dikişin tev bi derde,
Te ava dikin koşk mermer,
Can didin û rih bi ser de ,
27.7.2024
XELAT