Pergende me...
Helbestvan: Zekeriye Efrîn
Siya me li Efrînê maye ..
Êşa Kobanê jî bêtebate..
Bejn, li Waşokanî , Şengal
û Kerkûkê dinale ..
Hinaseya me li Mihabad û
Helebçeyê şîn dibe ..
Hêvî û sawîr li Amed û
Zagrosan paldaye ..
Dil li ber bi ah û zar e ..
Hîna li benda kenlêvên
pergende me ..
Qamişlo
28 .10 .2023
XELAT