GELO KENGÊ BIBÎNIM EZ?
Helbestvan: Baqî Berûkî
Pêlewaz: -/// -/// -/// -///
Gelo kengê bibînim ez? Ewê bûka di xelwê da
Ewê sohtî li min tevda, dilê jan û keser tê da.
Firaqa hesretê sohtim, nema êdî tebata dil
Wekî dîl girtiyek bêkes, girîftar im di hepsê da.
Dused sal in dinalim ez, xulamê xizmeta herwe
Wekî tûtak û goyînan, di vê zebr û di zecrê da.
Ketim pay wê xezalê her, beyabana di ravê da
Nebû carek ewê bîn im, di nêçîr û di seydê da.
Gelo rojek ewê hil bit? Ji şerqê ew çiraya me
Bibînim ez ewê rojê, di vê çerx û di dewrê da.
Eger rojek ewê Şahê, bibînim ez li ser textî
Bikim dê secdeya şukrê, ewê lehzê di gavê da.
Evî canê ezîz îro, fidayê wê bikit "Baqî"
Ku çend rojan ewê yarê, bibînim ez di keyfê da.
09/12/2023.
Sêrt.
XELAT