MIN TEMEN BORAND TEMAMÎ

MIN TEMEN BORAND TEMAMÎ

Helbest: Abdurrahim İnanç

Failatun failatun failatun failun

 

Min temen borand temamî, pey meramê der qefes

Mam li bendê ez bibînim, xweş-xeramê der qefes

Wek biha zer zerhumîm1 ez, rondikên çavêm rewan

Her li benda wê şoxa şêrîn-kelamê der qefes

Carekê selwîseha min pirs nekir halê xerîb

Çavenêr mam, bo me rêke ew peyamê der qefes

Nake pakî ew ji keskî, dilrevîna Kurdewar

Sed wekî Xusro dirêkin bo selamê der qefes

Keç-mulûka pozbilinda her mudam alî-mekan

Carekê bîra xwe naynî, ez xulamê der qefes?

Ev dilê mecrûh ji destê mehweşê camek reḫîq2

Ger binoşit wê belav kit vê zelamê der qefes

Min divîbû têr binoşim, badeya rengê gulê

Ez ji destê wê delala nîkinamê der qefes

Min divêt wesla hebîbê, terk dikim ez masiwa

Lew ku rista gotinên min, tên nizamê der qefes

Her seher çaxê bibînim ew ji burcê bête xwar

Behmûrî hember nişa dit îhtiramê der qefes

                                      12/9/02025 Cizîr

Xelat