“Heram be li te Şîrê Dayan!”
Nivîskar û Helbestvan: Shahîn Bekir Soreklî
Hatibûn civînê bi sedan
Dema li ser sehneyê bû xewan
Çepik bi rêzgirtin jê re lêdan
Xwend helbestek bi E’rebî
Bêdeng man
Xwend helbestek bi Tirkî
Deng nehat ji wan
Xwend yeke ji pirtûkeke Farsî
Hemî rabûn ser lingan
Pêş biçin der yekê got bi navê beşdaran
“Ma tu bi zimanê me nizanî Mamoste-can?”
Got na, tenê dizanim bi wan zimanan
Got, “li te pîroz be Mamoste-can,
lê Em jî tenê zanin bi zimanê Kurdan!
Ger ne ji me yî riya te vekirî be here
Ger ji me yî heram be li te şîrê dayan!”
02/2021
XELAT