Doktorê bizîşkîyê û nivîskarê welatparêz
Nivîskar: Têmûrê Xelîl
Di nav bîyanîyan da Ezîzê Gerdenzerî zêdetir wek bizîşk û doktorê zanyarîyê nas dikin. Di nav gelê xwe da ew wek nivîskar û helbestvanê navdar tê naskirinê, ku yek ji kêm kurdan e, ku bi hemû mijarên wêjeyî va nivîsîye-efirandîye, ji helbest û serpêhatîyan girtî, heta destan, pîês-şano û romanan.
Nivîskarê kurd, doktorê bizîşkîyê Ezîzê Îsko Gerdenzerî (Şalîkoyê Îsko Amîryan) 28ê mijdarê sala 1945a li bajarê Tbîlîsîyê, paytextê Gurcistanê da hatîye dinyayê. Dû ra malbeta wan cîguhstî li Ermenîstanê dibe.
Zarotî û xortanîya nivîskar li gundê kurda Dȇrikȇ (berê – Cercerîs, li navça Elegezê, li Ermenîstanê) derbaz bûye. Gerdenzerî di nav lawên çiya yên dilsoz, bi xîret, rastgo û welatparêz da mezin bûye.
Sala 1964a ew li Zankoya bizîşkîyê ya paytextê Ermenîstanê – Yêrêvanê da tê qebûlkirin. Sala 1970î ew Zankoyê temam dike û berê xwe dide bajarê Çîmkendê, li komara Qazaxistanê û 11 salan li wir karê bizîşkîyê-xîrûrgîyê dike. Sala 1978a wezîreta saxlemîparastinê ya Qazaxistanê navê xîrûrgê dereca yekê dide Ezîz. Hema di wê salê da lawê kurd di hêla bizîşkîyê da dibe doktorê zanyarîyê.
Sala 1981ê Ezîzê Îsko vedigere Ermenîstanê, du sala li Zankoya bizîşkîyê ya komarê da mamostatîyê dike, lê ji sala 1983a hetanî sala 2002a li Înstîtûta Yêrêvanê ya Proktologîyê da wek xîrûrg kar dike, dibe serokê beşa qebûlkirina nexweşa-dîagnostîkîyê. Di navbera 30 salan da ew weke 5000 emelîyeta dike û 32 miqalên ulmî dinivîse.
Lê wek ku nivîskar bi xwe dibêje, karê wî yê bingehîn edebîyet bûye. Ji sala 1960î da destpêkirî gelek helbestên wî di rojnama “Rya teze” da têne weşandinê û bi radyoya kurdî ya Yêrêvanê têne xwendinê. Sala 1968a ji alîyê Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Ermenîstanê da biryar tê qebûlkirinê, ku pirtûka helbestan ya Ezîzê Gerdenzerî bi navê “Kilîta dil” bê weşandinê. Lê wek gelek cara, di rûyê serokê weşanxanê yê wê demê ew pirtûk çap nabe. Lê Ezîz dest ji nivîsariyê bernade û li Antolojîya kurdî ya bi navê “Bahara teze” da, ku her sal li Ermensîtanê çap dibû, gelek helbestan, çîrokan, pîêsan diweşîne. Ji wana yên berbiçev ev in: “Dewata bê def” (romanok), “Sêrênada evîntîyê” (destan). Sala 1990î romana nivîskar ya bi navê “Fîncana ferfûrî” bi pirtûkeke cihê ronahî dibîne. Hema di wê salê da pîêsa wî ya bi navê “Zarîna çiya” derdikeve û şanoya Tbîlîsîyê ya Kurdî ew nîşan dide. Dû ra ew şano ji alîyê Înstîtûta Kurdî ya Parîsê da wek fîlm derbazî ser kasêta vîdêoyê dibe.
Niha Ezîzê Gerdenzerî li ser du pîêsan kar dike: “Teyrê çiya” (ji bo 100 salîya bûyîna Barzanîyê Mezin) û “Xanê Çengzêrîn”. Eva dawîyê wisa jȋ wek roman hatiye nivȋsar. Şanonameya “Gêlavêj” ȗ romana "Bingeh" di sala 1996a bi pirtûkeke cihê çap bûne. Herwiha romaneke wî ya din jî hazir e ji bo çapê – “Çiyayȇ Şengalȇ”.
Romana wî ya bi sernavê “Xîrûrg” ji jîyana nivîskar e.
Nivîskarê welatparêz niha li Awropayê dimȋne. Ew bi hêvî ye, ku li Awropa aza û Kurdistana serbest da nivîsên wî wê bêne çapkirinê û bibine milkê gelê kurd.
Ezîzê Gerdenzerî endamê tu partîyakê nîne, lê ji sîyasetê dûr nesekinîye. Ji sala 1997an da ew endamê Yekȋtiya Nivȋskarȇn Ermenistanȇ ye. Ji sala 2005an bȗye endamȇ Yekȋtiya Nivȋskarȇn Danȋmarkê. Ew çend salan bûye Serokê Yekîtîya Bizîşkên Kurd ya Navnetewȋ (bizȋşkȇn kurd di komerȇn nȗ da yȇn piştȋ hilweşȋna Sovyetȇ hatin damezirandin).
Xebatȇn civakȋ: 1964 - 1970
Endamȇ komȋtȇya rȇvebir ya Komela Xwendevanȇn Kurd li Yȇrȇvanȇ.
Şȗnarȇ Serok/sedir ȇ Komȋtȇ a Pȇşekaran ya Zankoya Bizȋşkiyȇ ya Yȇrȇvanȇ.
Ȇdȋtorȇ rojnameya Zankoyȇ Bizȋşkiyȇ ya Yȇrȇvanȇ "Şprȋs", miqaledarȇ rojnama "Apaga Bjȋşk"
1993 - 1995, Serokȇ Yekȋtiya Bizȋşkȇn Kurd ya Navnetewȋ li Moskvayȇ.
1997 - 1999 Serokȇ Yekȋtiya Bizȋşkȇn Kurd ya li Yȇrȇvanȇ.
2005 Endamȇ Yekȋtiya Nivȋskarȇn Danȋmarkê.
2005 - 2008 Endamȇ Komȋtȇya Rȇvebir a Ȋnȋsiyatȋva Kurd li Danȋmarkê.
2007 Endamȇ Komeleya Kulturȋ a Ȇzȋdiyan li Danȋmarkê.
Berhemên nivîskar
- Kilîta dil (helbest). Weşanxana Sovetakan Groch, Yerevan-1983. Ev pirtûk bi biryara Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê, Beşa Kurdȋ, gerekî sala 1968'î bihata çapkirin.
- Zarîna çiya (şanoname). Weşanxana Wezîreta Çandê, Yerevan – 1989.
- Fîncana ferfurî ( roman). Tîpên Kîrîlî. Weşanxana Sovetakan Grox, Yêrêvan – 1990.
- Gelavêj (kitêb, berevok). Tîpên Kîrîlî.. Weşanxana Parujr Sevak, Yerevan – 1996.
- Hezkirina qedexe (kitêb, berevok). Tîpên Latînî. Weşanxana Doz, Stembol - 2012.
- H. C. Andersen, Çîrok û Serpêhatî (kitêb). Tîpên Latînî. Wergêr ji danîmarkî: Ezîzê Gerdenzerî. Weşanxana Doz , Stembol - 2012.
- Fîncana Ferfûrî (roman). Tîpên Latînî. Weşanxana Lis, Diyarbekir – 2015.
- Ludvig Holberg, Jeppeyê li Serê Çîyê (şanoname). Tîpên Latînî. Wergêr ji danîmarkî: Ezîzê Gerdenzerî. Weşanxana Lîs, Diyarbekir - 2017.
- Çîyayê Şengalê (romana dîrokî). Tîpên Latînî. Yêrêvan, Spica - 2018.
- Sûrên û Bîco (novêl û serpêhatî). Tîpên Latînî. Yêrêvan, Spica - 2018.
- Bingeh (roman). Tîpên Latînî. Yêrêvan, Spica - 2018.
- Kaare Bluitgen, Karen Jeppe. Ronahî li nav tariya sawkêş da - tevgera miletekî. Wergêr ji danîmarî bi zimanê ermenî: Ezîzê Gerdenzerî. Weşanxana “VAN ARYAN”, Yerevan, 2018 (Կարեն Եփփե, Լույս չարագուշակ խավարում – Մի ժողովրդի պայքար: Հեղինակ՝ Կաարե Բլուտգեն: Թարգմանիչ՝ Ազիզե Գարդանզարի (Շալիկո Ամիրյան):
- H. C. Andersen, Periya avê û çend çîrokên din (pirtûk). Tîpên Latînî. Yêrêvan, Weşanxana Van Aryan, 2018.
- Şengala Birîndar (Helbest). Weşanxana Spica, Yêrêvan, 2019.
- Pȇlavȇn Dirȋyayȋ(Roman). Tîpên Latînî. Weşanxana Lis, Diyarbekir – 2020.
- Xȋrȗrg(Roman). Weşanxana Spica, Yêrêvan, 2022.
- Çar Drama( Çar şanoname). Weşanxana Helwest, Ȋstanbȗl 2023.
- Bjergets sprog(Zimanȇ çȋyayȋ, 8 novȇl). Weşanxana mellemgaard, Kopenhagen, 2022.
- I mit hjerte (Dilȇ min da, helbest. Weşanxana mellemgaard, Kopenhagen, 2022.
Derbarȇ romanȇn nivȋskar da pir rexneyȇn erȇnȋ, wisa jȋ neȇnȋ hatine weşandinȇ:
Em niha dȋtinȇn çend nivȋsar ȗ rexnegirȇn kurd yȇn derbarȇ Fȋncana Ferfȗrȋ da ȗ ne tenȇ Fȋncana Ferfȗrȋ da, bixwȋnin:
Bala nivȋskarȇ kurd yȇ bi nav ȗ deng ji Kurdistana Rojava, Jan Dost, sala 1991ȇ ewqasȋ dikişȋne li ser Fȋncana Ferfȗrȋ, ku ew fȇrȋ alfabȇya kurdȋ - kȋrilȋ dibe ȗ vȇ romanȇ dixwȋne ȗ xwediyȇ vȇ romanȇ re ew dibȇje: "Pȇçȋzȇrȋn".
Rojnamevanȇ xwedȋ marȋfet Salih Kevirbirȋ. ew romannivȋsȇn kurd yȇn Ermenistanȇ wek mȇrxasan dibȋne, mȇrxasȇn çand ȗ edebiyeta kurdî. Ew dinivȋse: Sovyetistan, nexasim jî Qefqasya; li Qefqasyayê jî Gurcistan û Ermenistan herdem bûne hêlîna rewşenbîr û rewşenbîriya kurdî. Bi dehan mêrxas û jinên xas ‘li wî yalî Erezê’ bi afirandin û hunera xwe, bi ked û emeka xwe ya bêhempa bûn ‘şewq û şemal’ û ‘vî yalî Erezê’ ronî kirin. Wext hat ‘îşiqa xwe dan’ tevahiya civaka Kurdistanê û Sovyetistana Sosyalîstiyê. Ezê îro ji we re behsa yek ji wan mêrxasan bikim.
Niha em nȇrȋna helbestvan, wergȇr ȗ ȇdȋtorȇ weşanxana Lȋsȇ a Amedȇ Kawa Nemir raxine ber çavên we: "Haya min ji berhemên te yên delal jî heye. Em dixwazin van berhemên te li Amedê, li vir, bi şiklekî bedew amadeyî çapê bikin û biweşînin û wan di refikên zimanê Kurdî da bidine kêleka berhemên Heciyê Cindî, Qanatê Kurdo, Erebê Şemo, Fêrîkê Ûsiv û Eliyê Evdilrehman.
Nivȋkarȇ kurd, Edo Makȗyȋ, dinivȋse: "Em ȇ Fȋncana Ferfȗrȋ, ya Ezȋzȇ Gerdenzerȋ, Ezȋzȇ kurdan, wergerȋnin ȗ bingeha folklorȋ mehkem bikin".
Dramatȗrg, derhȇnar, nivȋskar Çetoyȇ Zȇdo: romana Fȋncana Ferfȗrȋ ȗ Şanoya Zarȋna Çȋya, wek berhemȇn klasȋk, berhemȇn serkeftȋ, dinirxȋne.
Zimanzan, rexnegir ȗ nivȋskar Faik Ocal, Di pirtȗka min, Hezkirina Qedexe da sedȋ zȇdetir biwȇjan ȗ mecazȋ (billedlig, metaforisk) dibȋne.
Şabȗneke pir mezin bȗ, gava min dȋt, ku Zanîngeha Bingolê Tȇza Mastira Ziman û Edebiyata Kurdî a keça kurd Gulbaharȇ, derbarȇ romana min, "Fȋncana Ferfȗrȋ" da bȗ. Li wir tȇ gotin: Di romanê da beravajî ya romanên din ên Kavkazê, mekanên sereke ne tenê gund, lȇ herwiha bajar in. Di romanê da mekanên ji alîyê nivîskar ve hatîye afirandin jî tên dîtin, lê nivîskar bi zimanekî zelal wan mekanan teswîr dike û xwîner bi hêsanî dikare wan mekanan di hişê xwe da jîndar bike...
Xelat
