BIRANÎNEK LI SER ZEWACA MIHEMED ŞÊXO
BIRANÎNEK LI SER ZEWACA MIHEMED ŞÊXO (1947 - 1989)
Nivîskar: Zeynelabidîn Zinar
Sal 1994, ez li Qamîloyê çûm serana malbata gorbihişt Mihemed Şêxo. Jina wî bi dirêjî serpêhatiya xwe û wî gote min.
Min jî li hin cihan nivîsiye, lê ev e 30 sal derbas bûne, nayê bîra min ku li kurê hatiye weşandn.
Dema Şoreşa Neteweyê Kurd bi serokatiya Mele Mistefa Berzanî ku bi Peymana Cezayirê hatiye rûxandin (1975), piraniya Kurdan, Başûrê Kurdistanê çol kirine û li çaraliyê dinyayê belav bûne.
Wê demê zengilê Kurdistanê Mihemed Şêxo jî çûye Rojhilata Kurdistanê û demeke li malekê maye.
Keça malê xewnek dîtiye ku ew bi Mihemed Şêxo re zewiciye.
Keçik ciwan, teze, narîn û temenpiçûk e.
Lê Mihemed Şêxê jî xalxwur, ji herdu çavan mehrûm, penaber, ne kar û lipikandine…
Keçik ketiye binê zexta wê xewnê û her ku çûye hêzeke nihênî wê dehfandiye. Di wê navê re keçik dizermihe, qels dibe û nexweş ketiye. Diya wê, ketiye ber daxwaz û duayan û li derd û dermanan geriyaye. Lê ne bizişkek, ne hekîmek û ne jî ziyaretek êşa keçikê fêm nekiriye.
Her ku çûye ew ewn dubare bûye û hema bêje her şev yek hatiye xewna wê û gotiye ku “Min te daye Mihemed Şêxê. Çima tu pê re nazewicî?”
Keçik êdî tebay nekiriye û bêgav maye, xewna xwe gotiye diya xwe.
Diya wê, sar û metel maye.
Dema dîtine ku nexweşiya keçik her ku diçe zêdetir dibe, diya wê mesela xewnê gotiye bavê wê.
Bav jî hema yekser bangê melayekî kiriye û mehra keçikê û Mihemed Şêxo birriye.
Demhê zewaca Mihemed Şêxo li herêmê belav bûye.
Bûye hirmîn û gurmîna def û zirneyan û bi hezaran berbûrî kom bûne.
Bereketa Yezdanê mezin li camêrî û comerdiya Kurdan be:
Xaniyekî vala ji bûk û zavê re peyda kirine, her maleke Kurd perçeyek dido livîn û qurûqafên malê anîne û xistine wî xanî. Hindurê male tije bûye. Û bûk û zava tê de rûniştine…
Lê belê felekê 13-14 sal tenê destûr daye ku ew zewaca bi xewna weke îlhama Îlahî bidome û Mihemed Şêxo di 1989an de çûye ber dilovaniya Xwedê.
Hêvîdar im ku gora Mihemed Şêxo qoziyek ji Behişta Berî be.
09/ 03/ 2025
Xelat
