Çima wêjeya Erebî û Tirkî tê wergerandin û ya Kurdî na?

Çima wêjeya Erebî û Tirkî tê wergerandin û ya Kurdî na?

Divê di destpêkê de ez vekirî bibêjim, mebesta min ji vê nivîsê ne ew e ku ez behsa mehrûmî û belelengaziya xwe û ya nivîskarên kurd bikim û dilê hin kesan û aliyan bi xwe û bi rewşa xwe û hemkarên xwe bişewitînim, yan jî destên xwe li ber kesekî vekim, da ku alîkariyê ji me re pêşkêş bikin. Yên ku van nivîsên min bi vî awayî şîrove dikin, ez nêta wan paqij nabînim û vê yekê mîna hewildanekê ber bi pûçkirina mebest û armancên min ji van nivîsan dinirxînim. Di serî de armanca min ew e ku ez balê bikişînim ser rewşa rasteqîn a wêje û nivîskariya kurdî. Wekî kesekî di vê meydanê de xwedî serpêhatî, dixwazim ku şert û mercên wêjeya zimanê kurdî bi hûrgiliyên xwe ve zelal bikim û hinek ronahiyê bavêjim ser awayê danûstendina kes û aliyên têkildar, bi taybetî yên ne kurd, bi vê wêjeyê û bi nivîskarên wê re. Wisa jî bandora rasterast ya rewşa siyasî û civakî û aborî ya kurd tê de dijîn li ser qada berhemdariya wêjeya kurdî û wergera wê bidim destnîşankirin. Her wiha balê bikşînim ser derfetên belavbûn û naskirina vê wêjeyê, ku mîna dareke kesk e di nav dilê çol û beyabanên zuha de roj bi roj şax vedide. 

Hin pirsên rewa li ser nivîskaran
Di vê navberê de bi dehan pirsên balkêş û rewa têne kirin:  
Çima weşangerekî kurd ku bi sedan pirtûkên kurdî çapkirine, ew bixwe diçe berhemeke xwe bi tirkî dinîvisîne û belav dike? Wisa jî xwe bi vê yekê bextewer dibîne. 
Çima nivîskarekî kurd ku dikare baş bi kurdî binîvisîne, diçe berheman bi erebî dinîvisîne û balav dike, da ku bo zimanên ewropayî bêne wergerandin? 
Çi dihêle bi dehan nivîskarên kurd ji kurdî dûr bikevin û xwe neçar bibînin bi erebî, tirkî, farisî binîvisînin?
Ev sê pirsên li jor derbasbûyî mînaka bi sedên pirsan in ku dikarin di nav vê tevliheviya kurd tê de dijîn de bêne kirin. Hinek dîtinên rexnegir berê xwe didin van kesan û wan bi xwe rexne dikin û vî karî wekî sûcdariyekê dinirxînin. Hinek jî vê diyardeyê wekî encameke xwezayî ji encamên bindestiya kurdan û welatê wan û qedexekirina çand û zimanê wan dibînin. Wisa jî dibînin ku ji mafê her nivîskarî ye bi wî zimanî binîvisîne ew ê ku pê tê xwendin, baş  belav dibe û nirx bo wî tê dayîn.
Hin pirsên rewa li ser rewşê
Li Almanyayê bi giştî dema behsa “Oriantalische Literatur”  (Wêjeyên rojhilatî) tê kirin, ew wêjeya erebî, tirkî û farisî bi nav dikin. Mînakên vê yekê pir in, lê ezê tenê behsa weşanxaneyekê bikim ku di profîla xwe de xwe wekî weşanxaneyeke pispor ya “wêjeya rojhilat“ pêşkêş  dike. Di profîla wê de ev hevoka min ji almanî wergerandiye heye:
“Ev çil sal in ku em ji çarçova çandên erebî, farisî û tirkî berhemên di warê romanê, çîrokê, helbestê û pirtûkên zarokan de werdigerînin almanî û diweşînin.”
Îsal di çarçova rojên pêşangeha pirtûkan ya Frankfurtê de, roja 22.10.2021, demjimêr 12.00, sozeke min a hevdîtina bi xwediyê vê weşanxanê re hebû. Mijar jî wergera almanî ya romaneke min bû, ku ji kurdî bo almanî hatiye wergerandin. Gava me behsa profila weşanxaneyê kir û hebûna erebî, farisî, tirkî û tunebûna kurdî bû, yê weşanger rasterast ev yek wekî şaşitî qebûl kir û got:
- Dema em behsa “Wêjeyên Rojhilat” dikin em tenê behsa erebî, farisî û tirkî dikin û em kurdî ji bîr dikin. Ev jî şaşîtiyeke me ye û ji hêla xwe ve ez soz didim ku vê şaşîtiyê sererast bikim.
Mebest jê sererastkirina profîla weşanxaneya wî bû.
Min navê weşanxanê û navê yê weşanger li vir neda, da ku ev rexne şaş neyê şîrovekirin, wisa jî ji ber ku ev mînakeke ji gelek mînakên ku mirov li hemû welatên Ewropayê li wan rast tê. 
Sedemên sereke ku behsa wan tê kirin
Di derbarê paşguhkirina wergera wêjeya kurdî de, gava mirov li sedeman bigere yekser ev têne gotin:
- Ajansên wergerê û wergêrên kurdan yên pispor tune ne
Ev sedem heta radeyeke mezin rast e, lê dema berhemeke kurdî bi awayekî baş  bo zimanekî “rojavayî- ewropayî” tê wergerandin, dîsa jî ew pêşwaziya ku tê xwestin nabîne. Wisa jî berhemeke erebî, farisî yan tirkî jê bêhtir dikare bala weşanxane û derdorên têkildar bikşîne. Ji ber vê mirov nikare vê yekê wekî sedemeke bingehîn nîşan bide.
-Berhemên wêjeya kurdî yên mîna yên erebî, farisî û tirkî, yên baş tune ne.
Eger mirov ji hêla hejmarê ve binêre rast e ku ereb derdora 300 heta 400 mîlyonî ne, faris û tirk jî di navbera 80 û 100 mîlyonî de ne û dema mirov li hejmara kurdan ya kêm 40 heta 50 mîlyonî binêre û qedexekirina kurdî û parçekirin û bindestiya Kurdistanê bibîr bîne, zelal dibe ku ji hêla hejmarê ve berhemên kurdan ji yên din hindiktir in. Lê ev nayê wê wateyê di nav van berhemên kurdî yên hindik de berhemên baş û li gor hemû pîvanan astbilind tune ne. Ji ber vê mirov nikare bi temamî pala xwe bide vê sedemê.
- Nivîskarên kurdan bi kêr nayên û nikarin xwe bi cîhanê bidine naskirin.
Di nav nivîskarên kurd de, mîna nivîskarên hemû neteweyan, yên bêkêr û yên bi kêr tên hene. Eger em behsa tenê wan ên bi kêr tên bikin, mirov dibîne ku du nivîskarên kurd her çendî ji hêla wêjeyî ve wekî hevbin, lê dîsa jî yê kurd ê bi zimanekî din dinîvisîne stêrka wî ji ya nivîskarekî kurd ê bi zimanê xwe dinîvisîne geştir dibe û bêhtir bala her kesî dikişîne, wisa jî bêhtir tê wergerandin û bi her awayî xwedî lê tê derketin. Carinan bi xelatên biçûk û carinan bi yên mezin tê pêşwazîkirin. Wisa jî yê kurdînivîs dilşikestî, bê xelat, bê guhlêdan û bi xwendevanên hindik tê dorpêçkirin.
Mirov dikare bi dehên sedeman bihejmêre, lê ez ê li vir rawestim, da ku nivîs zêde dirêj nebe. Di vê beşê de min bêhtir bal kişand ser pirsên di derbarê paşguhkirina wergera wêjeya kurdî de, her wiha hin sedemên wê yên sereke. Di beşa din a nivîsê de ez ê bi mînakan ronahiyê bavêjim ser hin sedemên wergera berhemên erebî û tirkî bo zimanê ewropayî û bêparbûna kurdî ji vê yekê. 
Têbinî: Ev beşa yekemîn a nivîsê ye, beşa duyemîn dê bê.
******************
 
Kurtejiyana Helîm Yûsiv 

Helîm Yûsiv, li Amûdê (rojavayê Kurdistanê) – Sûriyê jidayikbû ye. Fakulta mafnasiyê, hiqûq, li zanîngeha Helebê qedandiye. Ji sala 2000 î ve li Elmanyayê dijî. Xelata romana kurdî di sala 2015 an de wergirt. Xelat ji hêla weşanxana Endêşe ve li Silêmaniyê – Kurdistana iraqê hate dayîn. Pirtûkên wî ev in:

Roman, Sobarto 1999 – Tirsa bê diran 2006 – Gava ku masî tî dibin 2008 – 99 morîkên belavbûyî 2011 – Wehşê di hundirê min de 2018 – Firîna bi baskên şikestî 2019

Çîrok, Mêrê avis 1991 – Jinên qatên bilind 1995 – Mirî ranazin 1996 – Memê bê Zîn 2003 – Auslander beg 2011 – Serdema Qazîmazî 2021.

Lêkolîn, Romana kurdî – kurmancî û zazakî- panoramayeke giştî. Ji 1930 heta 2010 – sala 2011 hatiye weşandin

Şano, Komara dînan (Şermola) 1998: Ev şano ji çîroka komara dînan ji pirtûka Mirî ranazin hatiye girtin. Li Stenbolê ji hêla “Teyatra jiyana nû” ve hate lîstin. Li gelek bajarên Kurdistanê, Turkiyê û Ewrupayê hate pêşkêşkirin. Şano di gelek televizyonên kurdan de derket û wekî DVD hate belavkirin.

*Bidarvekirina pozekî – Monodrama 2001: Ev şano ji çîrokeke bi heman navî ji pirtûka “Jinên qatên bilind” hatiye girtin. Yekem car di mihrecana şanoya kurdî de, li Berlînê sala 2001, hat pêşkêşkirin.

*Sol û serî – komedya civakî 2007: Ev şano ji çîrokeke bi heman navî ji pirtûka “ Memê bê Zîn” hatiye girtin. Ji hêla koma Avesta ya şanogeriyê ve li Amedê sala 2007 an hate pêşkêşkirin.

*Mezintirîn rawestgeha tirênan ya cîhanê 2018: Ev şano ji hêla koma şanogeriyê ya bajarê Wuppertal “Wupperspuren” ve sala 2018, bi zimanê elmanî, hat pêşkêşkirin.

Werger, Bi lihevkirina bi Gothe institut-Istanbul re, sê pirtûkên zarokan ji elmanî bo kurdî wergerandin. Her sê pirtûk ji nav weşanên illetişim li Turkiyê derketin:

*Xiltê biçûk – Werder Holzwarth 2011

*Werdek, mirin û kulîka nîsanê – Wolf Elbruch 2011

*Hemû werdekên wî – Christian Duda 2012

Rojname û Kovar, Edîtoriya kovara „Dîwar“ ya çandî, wêjeyî kir ku bi kurdî li Elmanyayê di sala 2013 de derket. Herweha di birêveberiya gelek kovarên kurdî û erebî de cih girt, ji wan „Pêl“, „Orkêş“ û „Ewraq“. Bi salan di rojnameyên kurdî re qunciknivîsî kir, ji wan „Rûdaw“ ku li Hewlêrê derdiket, „Azadiya welat“ ku li Amedê dediket û ji „Kurdistanî nûy“ re ku li Silêmaniyê derdiket. Herweha hîn di „diyarnamê“ de ku di internetê de weşanan xwe dike, berdewam dike.

Televizyon, Di televizyonên kurdî yên satelît de, ku li Ewrupayê weşana xwe dikirin, yên mîna MezopotamyaTV, MedyaTV, RojTV, ji sala 2000 î heta 2011 bernameyeke wêjeyî bi navê „Gava sêyemîn“ ji bo danasîn û nirxandina berhemên wêjeya kurdî amade û pêşkêşkir. Ji sala 2011 an heta 2020 heman bername bi navê „Deriyê din“ berdewamkir.

Lêkolînên li ser berhemên wî:

Pirtûk bi zimanê erebî:

*Tecrubeyên nû di çîroka sûrî de, cîhana Helîm Yûsiv ya Expressionist. Rexnegir Muhamad Muhyedîn Mîno. Ji nav weşanên Mulhim, Hums- Sûriyê 2004

*Jînanîgariya cihekî talankirî, lêkolîneke şîroveyî, rexneyî li ser romana Sobarto. Rexnegir Mesûd Hasan, Dimeşq – Sûriyê 2006

*Ravekirina sembolan di romanên Helîm Yûsiv de – Rêber Hebûn , çapa Ewrupayê-Elmanya 2021.

 Bi zimanê kurdî: -Sûretê piştê – barê mêtingeriyê di anatemîya edebî ya Helîm Yûsiv de- , Lêkolîn, Ferzan Şêr e. 2021 ji nav weşanên Peywend derket.

Lêkolîn bi zimanê erebî: Vebêjî ya destpêkirinê di çîroka kurdî ya nûjen de, bikaranîna bi metirsî ya xeyalkirinê, ya lêkolîner Ibrahîm Mehmûd 2010.

Dosye kovara Wyê ku li Amedê derdiket. Hejmar 7, sal 2005. Hejmareke berbiçav ji nivîskarên kurd li ser berhemên Helîm Yûsiv nîvisandin. Dosye bi vê manşêtê belav bû:“Helîm Yûsiv, nivîskarê ku qonaxan dişewitîne“.

Wergerandina zimanan, Heta niha pirtûkên wî ji bilî kurdî bi erebî, tirkî, farisî, elmanî û ingilîzî derketine.

Jêder: Malpera Diyarname

Sekoya Kurmancî