Kobanî li Qudsa Kurdistanê
Birayê hêja, çayek li ber me danî û her li wir cil-nivêjka xwe raxist, nimêj û duayên xwe kirin û berê xwe da nasê xwe: Duh ji bo Kobanî xew bi çavên min neketiye, şukir ji xwedê re ev şev aram derbas bû.
Hevnasê wî got: Belê wilo ye! Amerîka, Almanya û Fransayê li ser Kobanî hatine deng. Eve tiştekî baş e.
Wî jî got: Elhemdulîllah eger me nefiroşin.
Hevnas got: Ew bi xwe tiştin bira!. Bi aqil in, lê dijminê wan zalim e. Kurdkuj û bê rihm e.
Yê din got: Kobanî rûmeta me ye, bi cerg û wêrek in. ew wek hinekên din nînin!!!. Ku tinazên xwe bi dostên xwe re dikin û biyaniyan li ser kurdan agahdar dikin.
Yê din qenda şekir xiste devê xwe û çaya tehl biserda vexwar.
Got: “Hacî can, rûne… çayek din vexwe.
Paşê berê xwe da nasê xwe û gotê: Em li vir baş in bira. Parêzgar yekî ji me ye û şev û roja wî tune ye.
Evê din got: Seyrê Televizyona wan bike, ew çiqasî ku kêfa wî ji rîha DAIŞê tê, ewqas jî ji Kobanî û kurdan jî nefret dike.
Hevnas gotî: Ez ditirsim ku te ji ber kalbûna xwe û temenê xwe te xew nekiriye, ne ji ber xema Rojava…
… Na welah ez xema çi bixum kesabet û karê çayxanê şukran gerek e. ez di xema te de me ku meaşê te ji hikûmeta herêmê ye û sê mehin ji bo we hatiye paşekeft kirin… û dibêjin eger em meaşê bidin we, ewê jinên we ji we bistînin..em ji we re hiltînin.
Birayê çayçî; Ê ez jî wisa me, ez çi bistînim wê êvarê ji min werdigirin. Nahêlin ez pêre re wêneyek jî bikişînim.
…Ma ew meaş ji bo çiye? Ma ne tenê ji bo mal û zaroka ye?
- Belê welah, xwedê selametiyê bide. şukra Xwedê divê, ma bes nîne ku ewlehî û aramî heye, xwedê kurdên Sûriya ji dujimnan biparêze ku rojekê Efrîn, rojekê destê xwe dirêjî Kobanî dike…
Li xwe zivirî û got: “Xalo can, li Kerkûkê alîkariyan ji bo rojava kom dikin.
Xalo: Alîkarî têrê nake, lê tiştên sembolîk be jî her başe, her cihê şanaziyê ye ku ji Kerkûkê be.
Nivîs: Stran Ebdulah
XELAT