Birîna kûr: Şengal…

Birîna kûr: Şengal…

Nivîskar: İkram Oguz

 

Şîn û şahî, her yek parçeyek ji jîyana mirovahîyê ne.

Jibo ku, pergala dinê li ser bûyîn û mirinê ava bû ye.

Mirin şîn, bûyîn jî şahî ye…

Mirin, tamsarîya jîyanê…

Bûyîn jî mizgînîya destpêka tamgirtina ji jîyanê ye.

Heger mirin, bi Komkujîya Gelîyê Zîlan û Dêrsimê, bi Bombebarana li Helepçeyê û Enfala Barzan, bi Qetlîama Şengalê pêk hatibe, rengê şînê jî diguhure û dibe şîneke neteweyî.

Miletê ku ji şîna xwe hayîdar nebe û şîna xwe neke, tu car nikare şahîyan jî lidarbixîne û pê şa be.

Dermanê mirina xwezayî tune û nayê dîtinê jî…

Lê mirina bi Enfal, Jenosîd û Komkujî yê mirineke xwezayî nîne.

Ew bûyerên hovane, kirin û kiryarên serdestan û eş û jana bindestan in.

Dermanê wan jî, berxwedan û tekoşîna jibo xweparastin û xilasbûna jibindestîyê ye.

Miletê bindest heta ku ji bin nîrê bindestîyê nefilitin û azad nebin, rûbirûbûna wan a bi Enfal û Jenosîd û Komkujîyê ra jî naqede.

Mîna xelatek di histûyê wan da dimîne û dubare dibe.

Di vî warî da mînak pirr in.

Lê ne hewceye ku mirov li seranserê dinyayê bigere û di nav dîrokê da wenda bibe.

Li sedsal a dawîyê û li derodra xwe mêze bike, sedemên Enfal û Jenosîd û Komkujîyê jî, dermanê wan jî bi hêsanî dibîne.

Gelê Kurd di destpêka sedsala 20an da li Jenosîda Ermenîyan şahidîtî kir û bi çavê serê xwe dît.

Dû ra ji komkujîya Yahudîyan hayîdar bû.

Dewleta Osmanî di sala 1915an da ji mîlyonekî zêdetir Êrmeni qir kir û di nav sînorê xwe da koka wan qeland.

Hitlerê Alman, di dema desthilatdarîya xwe da, li seranserî Europayê bi mîlyonan Yahudi şewitandin û kuştin.

Piştî jenosîda 1915an, Ermenîyên ku li rû dinê mabûn, li alîkî şîna xwe kirin, li alîkî jî, jibo ku careke din rûbirû jenosîd û komkujîyeke din nebin, bi helwesteke milî tevgerîyan û tekoşîna jibo avakirina dewletek mîli kirin û di encamê da biser ketin.

Yahudîyên ku ji Holocaustê xilasbûn û li seranserî dinê belavbibûn, berê xwe dan axa ku bapîrên wan jê hatibûn dûrxistin û zivirîn. Li wir ji nû va vejinîn û bi tekoşîneke bêhempa ji xwe ra dewleteke milî ava kirin.

Îro ne dewletek dikare destê xwe dirêjî Êrmenîyan bike…

Ne dewletek dikare, di ber Yahudîyan ra derbas bibe…

Yê ku di vî warî da dersek ji dîrokê dernexistin û peya man, mixabin tenê Kurd in.

Sedem çiqas zêde bin jî, ji sedemên sereke yek jî hest û helwesta Kurdan bixwe ye.

Di nav sedsal a dawî da Kurd bi dehan caran rûbirû komkujîyê bûn.

Mixabin piştî her komkujîyê jî, ji hest û helwesta netewebûnê dûrketin.

Ne şîneke milî kirin, ne jî şahîyek milî li dar xistin.

Komkujîya Gelîyê Zîlan hate jibîrkirin û tenê di stranên dengbêjan da ma, ku Kurd bi pirranî îro li wan stranan jî guhdarî nakin.

Jiber ku, zimanê xwe wenda kirine û ji gotinên dengbêjan jî fam nakin.

Komkujîya Dersimê di histûyê Kurdên Elewî da…

Helepçe û Enfal jî di histûyê Başûrî û Barzanîyan da ma.

Şengal ku, qasî birînek ji birînên Kurdan ya herî kûr, ewqas jî ji wan dûr e.

Sedem vê yekê ye ku, li ser axa Kurdistanê ne şer kêm dibe, ne jî dawî li komkujîya Kurdan tê.

Wek dor bi dor, İran dikuje û darda dike, Kurdên Bakûr û Başûr û Rojava bêdeng in…

Dewleta Tirk dest pê dikê û koka Kurdan diqelîne, Kurdên Rojhilat û Başûr û Rojava rûyê xwe diguherînin.

Şûrê komkujîyê hercarê ji alî dewleteke dagirker va li ser serê Kurdan va tê li ba kirin.

Mixabin Kurd vê yekê ji xwe ra wek qederek reş dibînin, histûyê xwe li ber qedera xwe ya reş xar dikin û pê razî dibin.

Halbûkî, Enfal jî, Jenosid û Komkujî jî qeder nînin.

Ji sedeman yek, har û hovîtîya dagirkeran be, yek jî helwesta Kurdan bixwe ye, ku Kurd îro jî ji hest û helwesteke milî dûr in.

Kingê ku şîna Êzdîyan, şîna Şengalê bibe şîna Kurdên Elewî û Kurdên Misilman…

Kîngê ku şîna Elewîyan bibe şîna Kurdên Êzidî û Misilman…

Kîngê ku şîna Helepçe û Enfalê bibe şîna Bakûrî û Rojava û Rojhilatîyan, ancax wê gavê Kurd dikarin bi helwesteke milî li dermanê birînên xwe bigerin û bibînin.

Jiber ku Enfal û Jenosîd û Komkujî ne qeder ne jî fermaneke olî ye.

Êş û jana ji bindestîyê ne…

Derman jî bi tevgera hest û helwesteke neteweyî, avakirina dewleteke milî ye…

Heta ku ev yek neyê kirin, ne şîn diqede, ne jî şahîyek milî dest pê dike…

03.08.2019

ikramoguz@navkurd.net

Tebinî: Ev nivîs pênc sal berê hatîye weşandin.

https://navkurd.net/2022/08/birina-kur-sengal/

 

XELAT