Vejandina aboriyê pêwîstiyeke dîrokî ye

Vejandina aboriyê pêwîstiyeke dîrokî ye

Nivîskar: Hozan Efrînî

 

Em bi bê pêşxistin û vejandina kerta aborî, nikarin li Rojavayê Kurdisanê, ti pêngavan ber bi pêş ve bavêjin. Ji ber ku aborî, stona navenda pişta siyaset û xwebirêvebirina xweseriyê ye, an jî her rengekî desthilatê be, pêwîstî bi geşepêdana aboriyê heye.

 

Li ser wê mijarê, di demên pêş me de, pêwîste hewildan ji bo destpêkirina kampîneke berfereh ji bo pêşxistina kerta aboriya Rojavayê Kurdistanê her kesên peywendîdar û xemxwer, dest pê bikin. Çi bi semînar û çi bi ragihandin û çi bi riya konferans û komcivînan be..Her weha em bi hêvî ne ku hemû aborînasên me li welat û derveyî welat xwe ji bo kar û xebatên wisa amade bikin û tevlî wê kampînê bibin.

 

Dema ku ez van mijaran tînim ber destê xwendevanên nivîsa xwe yên birûmet, ez naxwaz im tenê ji bo xwendinê be, lê dibe ku em bi awayekî cedî li ser babeta aboriyê rawestin û em dest bi kempîn û xebatên jêrxana aboriyê bikin, her weha ew dorpêça aboriya ku ji aliyê komên çekdarên oposizyonê û ên hikumeta Şamê ve li dijî navçeyên kurdî pêkhatiye, cihê li xwe veger û lêkolîn û bi xwede çûndinê ye, ji ber wê yekê jî, pêwîst e ku mirov di derbarê pêşxistin û vejandina jêrxana aboriya li Rojavayê Kurdistanê baş xwe amade bikin û xebateke bê wêne û bi awayekî pisporî dest pê bikin tako mirov bibin bersiv ji vê qonaxa hestiyar ku em tê de dijîn.

 

Di vir de, ez dikarim hinek tiştên pir girîng ji bo aborînasên me û bazirgan û karsazên me hem li hundir û hem li derveyî welat bibêjim ku êdî dem dema veger û karkerina di nava Rojavayê Kurdistanê de ye. Eger hûn xwe ji vê erkê dûr bixin, wê demê, dîrok wê dilovaniya li we neke û hûn nikarin di demên avakirin û her tiştî bê amadekirin, vegerin û serê xwe bilind bikin, ji ber ku niha pêwîstiya Rojavayê Kurdistanê bi mirovên xwe ên dewlemend û xwedî kompaniya û xwedî projeyên aborî  heye.

 

Hûn baş dizanin ku berê li herêma Efrînê zêdetir ji 25 milyon darên zeytûnan hene, bêhtir ji 2 milyon darên Henarê hebûn, bêhtir ji 1 milyon darên çeftelî hebûn, bi sed hezaran darên din yên mêwe hene ku mirov dikare sûdê jê bigre. Her weha bendava Meydankê jî hebû ku hem ji bo kerebeyê û hem jî ji bo avdana dar û beran û li çiya û sirtên bajaroka Racoyê jî, bi hezaran tonê hesin hene ku ji axa wê deverê tihate çêkirin. Lê mixabin niha piştî dagîrkirinê û belavbûna komên çekdar û çete, êdî rewşa Efrînê têkçû, aboriya kurdan aloz û lawaz bû. Stona pişta jêrxana Rojavayê Kuridstanê pir lawaz bû, êdî nikare xwe li ser piyan wek caran bigre, ji ber ku Efrîn devera herî girîng û bi sûd bû. Lê dîsan ên ku dikarin vegerin Efrînê û dest bi sazkirin û vejandinê bike, wê dijwariyê bibîne û bikşîne, lê her başe ger veger hebe tako hejmar kurdan kêm nebe û zêdetir bibe tako xwedî lihev derkevin û berevaniyê li xwe bikin.

 

Her weha li Kobanê jî, hem zeytûn û hem genim û fistiq û hem karê bîr kolandinê û bazirganiyê heye û ava Firatê jî di nêzî bajêr re derbas dibe ku mirov dikare sûdê jê bigre û ew deriyê sînor ku di navbera Bakur û Rojavayê de hatiye vekirin, destkeftekî baş e û dibe mirov bikar bîne û jê sûdmend be. Ji ber ku ew navçeya gelek girîng e û ji ber ew navenda Rojavayê Kurdistanê ye.

 

Lê di aliyê Cezîrê de jî, bi pileya yekemîn petrol û neft û xaz heye û weke tê texmîn kirin ku ji 65% ji petrola Sûriyê niha di jêr destê Rêveberiya Xweseriya ya Rojavayê Kurdistanê de ye û genim û pembi û deriyên sînor weke ya Sêmalka û her weha ya Til Koçerê ku deriyeke navneteweyî ye û Rojhilata Navîn û Welatên Rojavayê dighîne hevdu ku di aliyê berhemanînê ve gelek sûdmend û berhemdar e ku bi fermi bê vekirin wê karekî pir mezin be ji bo vejandina aboriyê.

 

Lê derbarê Kurdên me yên Li Til Eran û Til Hasilê jî, ew di karê keştûkaliyê de û bi taybet di malên bilastîkî de, gelek li pêşin û asta behemanînê di pêş de ye û her wehe di karê kamyonên barhilgiriyê de ku di navbera Sûriyê û welatên Kendavê de, xwedî tevgereke mezinin û dikarin sûdê ji aboriya Rojavayê re peyda bikin. Her weha karên dîkorat û bedewbûna bînasaziyê jî dikin ku di asteke bilind de ye.

 

Welatek bi bê geşekirin û vejîna aboriyê, ti carî nikare bi awayekî serbixweyî bimîne. Ji ber wê yekê, dibe ku em hemû bikin armanca xwe ya serekî ku çawa emê hewil bidin ku riyên sereke ji bo vejandina boriya Rojavayê Kurdistanê vekin û zemînxweşkirinê ji her aborînas û dewlemend û serwetmendên xwe yên welatparêz çêkin taku em bighêjin armanca serekî ya parastina destkeftên gelê xwe li Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweserî ya Herêma Bakur û Rojhilata Sûriye jî, gelek pêwîstiya xwe bi vejandina jêrxana aboriyê heye û ew pêngav, erkê me hemûya ye. Ji ber ku bi bê aboriyeke serbixwe, siyaset û desthilatdariya serbixwe nabe.

 

17-12-2023