Deverên veqetandî, di navbera (hilbijartinekî çarenivîsaz û berpirsyatiya nîştimanî) de

Deverên veqetandî, di navbera (hilbijartinekî çarenivîsaz û berpirsyatiya nîştimanî) de

Nivîs: Letîf Nêrweyî

Encamdana hilbijartinên encûmenên parêzgehan li Kerkûkê û deverên veqetandî  yên din ên Kurdistanê, tenê proseyeke demokratîk nîne, ku hêz û aliyên siyasî hevrikiyê biken ji bo bi destanîna zêdetirîn deng, zêdetirîn kursî û wergirtina pişk û îstîhqaqên hilbijartinê di rêveberiyên xwecihî yên deverê de, belku ev hilbijartine ji bo gelê Kurdistanê berpirsyartiyekî mezin ya (nîştimanî, netewî, dîrokî, exlaqî) ye, her wek proseyekî çarenivîsaze, çunkî encamên hilbijartinan gelek pirsên giring bi erênî yan nerênî yekalî dike.

Encamên hilbijartinan dê bibe pîverê serekî ji bo mayînê, herweha bidawî anîna desthilata xwesepên ya parêzgarê ne rewa yê Kerkûkê. Encamên hilbijartinan dê bibe egera cîbicîkirina madeya (140)ê ya destûra Êraqê, dê bibe pîver ji bo nehêştina rewşa ne seqamgîr a niha ya li Kerkûkê û deverên veqetandî yên din ên Kurdistanê ku bi sedema lêkeftiyên refrandomê rewşeke ne seqamgîr ya (ewlehî, siyasî, xizmetguzarî, jîngehî, rêveberî, aborî) bi ser deverê de aniye, yan dibe sedema mayîna rewşê weku xwe.

- Encamên hilbijartinan dê bibe faktorê (hêmanê) bicihanîna rêveberiyeke hevseng û dadperwer ya pir li xizmetguzarî ku hemû pêkhateyên Kerkûkê bi bê cudahî bi rêveberiya xwe bizanin, yan jî weku rêveberiyekî gendel ya ne hevseng wê bimîne.

- Encamên hilbijartinan dê bibe pîver ku careka din nasnameya Kurdistanîbûna (Kerkûk, Duzxormatû, Germesêr bi giştî, Mexmûr, Deşta Neynewa, Şengal)ê piştrast bike, yan metirsî li ser ew nasnameye dê dirust bike.

- Encamên hilbijartinan dikare dawî bi pirsgirêkên cotkarên Kurd û Turkman yên deverê bîne, yan dê bibe egera guvaşên zêdetir û metirsiyan.

Encamên hilbijartinan dawî bi hizra tundrewî û şofîniyetê dê bîne, yan dê bibe egera berdewambûna wan metirsiyan.

Di vê rewangehê de ev hilbijartine berpirsyartiyekî mezin dixe ser milê hemû hêz û aliyên siyasî ên Kurdistanê, herweha berpirsyartiyeke dîrokî dixe ser milê hemû welatiyên Kurd li deverên veqetandî.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bo vê yekê jî çi weku hêzekî siyasî ku hertim xwe bermaber mijarên nîştimanî û netewî bi berpirsyar dizane, çi weku (Hevpeymaniya Kerkûk Hêz û Vîna meye) neku tenê hest bi wê berpirsyatiyê dike, belku bi planekî guncaw  xwe amade kiriye, daku bi piştevaniya dengderên Kerkûkê û deverên veqetandî wê berpirsyartiyê cîbicî bike û bikare zêdetirîn deng bi dest bînin û encamên hilbijartinan bibe sedema dawîanîna bi hemû ew pirsgirêk û metirsiyên ku me li jorê behsa wan kirine. Bo wê mebestê, weku gava destpêkê ya kirdar me bi xurtî destê bi bangeşeya hilbijartinan kiriye û em dixwazin bi dengê dengderan û bi vînekî bilind bikarîn em biserkevîn û bighên armancên xwe yên serekî.

 XELAT