Cîhana Me û Domandina Kîn û Hevrikîyê

Cîhana Me û Domandina Kîn û Hevrikîyê

Nivîskar: Shahîn B. Soreklî

Di nav nijada mirovan de gellekî bi pesindarî behsa mirovahîyê hatiye û dihêt kirin, lê mixabin di cîhana me de rojek derbas nabe bêyî ku mirovahî car li dû carê nehêt îhanetkirin. Li dû hatina refên ji pêxemberan, fîlosofan û rêberên ji bo amancên mirovî xizmetkar jî, mirovahîya me hîn jî bi serî nebûye.

Cîhana me ji alîyekî ve bi teknîkê û teknolocîyê pirr pêş ve çûye, lê di warê mirovahîyê de hîn jî ji mirovê ku ber bi hezaran sal di nav dehl û daristanan de dijî ne pêşkeftîtir e. Heye ku enê cudahîyek di navbera mirovê îroj û yê ber 20 000 salan de hebe. Yê berê ji bo xwarin û zindîmayîna xwe dikujt; yê îroj bi navê Xwedê û olê, niştimanperwerîyê, tolwergirtinê û sedemên din dikuje.

Belê! Em mirovên vê dem û dewranê çakbext û bedewşans in! Satelît û kompiyûter û mûşek û înternêt û telefonên destan û televizyonên 24 saetî û tevahiya teknolociya pêşkeftî ji bo me di kar de ne; nifşan perwerde dikine û di eynî demê de li hev şaş dikine. Lê rojane bi hezaran mirov di nav janê û perîşanîyê de diqîrine. Hema şer û lihevdana di navbera çekdarên Hemasê û hêzên israîlî de ev bû nêzikî mehekê berdewam bide pêş cavan…

Ey xudayê hemûyan! Ma ne tu dikarî her tiştî bikî! De çima pêxemberan carê, hema ji bo rojekê be jî, li şûnên bêtawan nerxê kiryarên tawabaran didine venagerînî? Bila bifermon, da ku bi çavên xwe van dîmenên xembar bibînin û belkî hewl bidin çareyekê ji cîhana me re bibînin.

 

XELAT