Hunermendê serbilind bi serbilindî koç dike

Hunermendê serbilind bi serbilindî koç dike

Nivîskar: Hozan Efrînî

Mirovê mezin bi mezinatî koça dawî dike, her weha hunermendê mezin ê tekoşerê kurd Tahir Xelîlî jî bi serbilindî strana Ji Qendîlê Serberz ve (Le Qendîlî Serberzewa) got û di dawiya temenê xwe de jî, her bi serbilind(serberzî) jî koça dawî kir.

Roja 26-11-2023`an li bajarê Silêmaniyê paytexta rewşenbîrî ya Kurdistanê, hunermendê mezin ê şoreşger û kurdperwer ku xwediyê strana Ji Qendîla Serbilind ve, bi yekcarî ji nav me barkir û tevlî rêzên kesayetiyên mezin ên nemir ku di riya parastina doza rewa a gelê kurd de xebitîne bû.

 Huneremndê mezin ê jîr û zane piştî ku koça dawî kir, min hest bi rastiya xizmet û kar û tekoşîn û xebatên nemir kir ku ew çiqas mezinbûye, çiqas xizmet kiriye, çiqas berketiyê doza gelê xwe bû ye. Ev yek tawaneke ku kesayetiyên wiha bi veşartî bimînin tako koça dawî bikin, piştre têne nasandin. Mixabin, ragihandina kurdî ji dest mijûlbûnên wan bi karûbarên siyasî, ne amadene ku xwedî li berhemên neteweyî derkevin û erkên xwe li hemberî wan keseyatiyên berhemder bicih bikin.

Hunermendê tekoşer di sala 1956`an de li bajarê Bokanê ya Rojhilatê Kurdistanê hatiye dine û ji 7 salî ve dest bi karên hunerî kiriye û guhdarvanê hunermendên mezin bû wek Mihemed Memilî, Hesen Zîrek, Mihemed Salih Dîlan, Tayer Tofîq, Elî Merdan bû.

 Nêzîkî 20 salan dibe ku ez di nava ragihandina kurdê de me ku li başûrê Kurdistanê dirêjpêderê karê xwe me û rojekê jî, ez ji vê karî dûrneketim û ezê jê dûr nekevim heya roja ku ez xatirê xwe ji vê dunyayê bixwezim. Lê mixabin, ev têgeh gelek xerap û nelibare ku ew hunermend û rewşenbîr û nivîskar û helbestvanên ku koça dawî dikin.

 Lê mixabin ku ji serdemên zindîbûna wan tiştekî ji bo wan nakin û ti nirxê jî nadin bi wan, lê dema ku koça dawî dikin, dunya tê rûxandin, ti kenalên ragihandinê namînin ku nebêjin hunermendên mezin an jî helbestvanê navdar an jî nivîskarê bi lîmet an jî ronakbîrê Kurdistanî û wiha..... Ev nexweşiyekî bê wate ye ku di nava ragihandina kurdî de hatiye bi cih kirin. Ev nexweşî wê birînên dîrokê û axîna felekê her kurtir û bi êştir bike.

 Ez di vê barê de, ji hemû kenal û malper û saziyên ragihandinên kurdî û Kurdistanî daxwazkarim ku hewil bidin, wa veyrûsa heyî ji kokê ve rakirin û nirxê kesayetiyên berhemderên kurd baş bizanibin û bila dîrok agahdar be ji wan kesayetiyên nirxdar û tekoşer û kurdperwer ku ji bo doza gelê xwe û ji bo parastina çand û huner û hizrê kurdeyetiyê erkên xwe bi cih anîne. Ev yek li stuya ragihandina kurdî li her çar aliyên Kurdistanê ye.

 Min jî berê kêmahiyên wiha dikir û min jî ew rastiya paşguhxistibû, lê dema ku min ew rastiya nas kir û min xwest bi cih bikim, ez rastî gelek astengiyên cuda cuda hatim, ez rastî keleman û rêgiriyê jî hatim. Bi taybetî di dema xelatkirina hinek ji kesayetiyên kurd ên tekoşer û berhemder re.

 Yek ji wan Mamoste A. Hemîd Derwîş bû ku me di sala 2019`an de bi mertala Hawarê xelat kir. Wê demê nemir mamoste ev gotin kir û ez gelek pê diltengbûm û wiha got; Ez niha pê hesiyam ku min tiştek pêşkêşî xelkê xwe kirî. Ev gotin tê wê wetayê ku mirovê berhemder, pêwîste beriya mirina wî were xelatkirin ne piştî mirina wî. Ji ber ku wê demê, ew kes bi xwe dihese ku wê tiştek pêşkêşî doza gelê xwe kirî, ji ber wê jî, nirxê wî tiştî jê re tê vegerandin. Mirov di zindîbûna xwe de, xelat û spasname û rêzlêgirtinê bibîne û nasandina wî di kenal û saziyên ragihandinan de bê kirin, ew karê herî baş û pîroz e.

 Mixabin ku dema min û kakê Silêman Remedan çûn cem mamoste Hemîd û me wî xelat kir. Ez bûm armanca gelek kesan û bi telefon û emailan bi hemû awayan rexne û têbîniyên ne rast arasteya min kirin. Lê dema ku mamoste Hemîd koça dawî kir, min dît wan kesan beriya min firmêsk rijandin û nûçe û peyamên serxweşiyê weşandin. Ev rewş dibe di nava me de nemîne. Ev nexweşiye û bê wetaye.

 Dê werin em hemû bi hev re bi yek deng bang bikin, êdî wê perdê rakirn û kesayetiyên xwe bi zindî û xweşî binasînin û xelat bikin.

Careke din ez serxweşî li malbata huneremndê mezin ê kurd ê tekoşer Tahir Xelîlî dikim û dilovaniya Xwedê lê be û cihê wî beheşt be.

 28-11-2023

Xelat