Ji Kurdistanê destpê kir û li seranserê Kurdistanê belav bû
Nivîs: Stran Ebdulah
Kurdistana wî ew (Sine)ya şêrîn bû, çima jê re dibêjin bajarê (Kurdistan) û çima bûye bajarekî nîştîmanî û her bi bajarê şêrîn tê binavkirin? Li Kerkûkê bi me xweşbû ku (Zirek) bi stranekê Kirmaşanê xiste ser Kurdistanê û karê Xaneqînê hêsantir kiriye, lê li bajarekî ku hatiye tijî kirin bi erebkirinê û bi baaskirinê. kêfa me gelekî jêre dihat ku Rezazî heye ku navê Kurdistanê xistiye ser lêvan. Dema xwe de strana (Çîmen Kerkûk) got, mîna ku maddeya 140 a destûrê û kurdistanîbûna Kerkûkê vedijîne.
Nifşê me li muzîka Rojava guhdarî dikir. Van amûrên karebayî sîhrek bilez, amade û erzan bûn, ku karê tîmek qerebalix dikirin. Ji ber vê yekê wî demî digel (Xulamî) deng, reng û giraniya wan tevlihev bibû. Sirûdên wan a şehîdan bûn û bêhnvedana stranên (Dildar) bi yên folklorî dewlemend bûn. Şêwazê gotina wan ji bo gêncan zêdetir dilnişîn bûn.
Sirûd û silavên wan ên li ser navê Rojhilatê Kurdistanê ji tomar û dikanên Kerkûkê îsyantir bû û didan hevdû. Dema dev davêtin me, ji me re digotin ku ew kurdên Îranê ne û ti têkiliya wan bi qaçaxçîtiya kurdên Êraqê re nîne. Lê sirûd dîsa jî her sirûde û peyama xwe ya kurdewariyê digihand. îca, çiqas xweş e ku kurd çekên xwe di helbest û sirûda Filistînî de veşêrin, her çiqas ji heman xwîn, hevziman be xweşik û dilgîre?
Rezazî û Xulami hema hema bi hev re dest pê kirin, lê paşê bi şêwazê ji hev veqetiyan. Ez ê careke din behsa xwediyê (Halala) û (Şîrîn Ha Leylî) bikim di demekî din de. Carê dixwazim ev beşa kak (Nasir) temam bikim.
Dengê Rezazî mîna ava zelal hemû riyên teng ên çiyayan û kedera welat tijî kiriye. (Kasêtên) wî êdî li bazarê nediman li bajaran li betlaneya Pêşmerge digeriya û bi dehan berhemên kurdane li tomargehan û li malên me de kasêt dihatin zêdekirin. Dema ku li welat bû, stranên resen ên Kurdî bi şêwazekî nû ya Rezazî`yane gotiye. Wî stranên hevbeş ligel hindikan gotin ku em gênc bûn dilê me pê xweş dibû û me bi hevre hevrikî û şer dikir.
Dema ji welatê xwe derket û çû welatên xerîbiyê, êdî deng û nalîna ji zilmê li seranserê Kurdistanê belav bû. Kurmanc û Zaza neman ku guhê xwe nedinê, Kirmaşan û Îlam bi Dêrsim û Agirî dan nasandinê, min digot: Kak Nasir, ji aliyê din ê Qefqasyayê zîvirî, Sine û Silêmanî û Kerkûk bîra te dikin.
Bêro, Bêro, çîmen Kerkûkî û dîsanê baran bi me gereke.
Nasirê Rezazî tê wateya nêzîkê pêncî sal ji keda Ferhadî ji bo hunera kurdî û kurdayetiyê. Pir bi min nexweşe ku hin kes pê nizanin ku ev qas salin bi bê heq deng û bê heq dest guh li ev cewhera resen û ev gewriya paqij digrin, lê dixwazin Pêşmergeyekî çandê piçekî di bin siya Kurdistana azad de vehesînin.
Ez gelek kêfxweş im ku gelek kesên din jî hene ku dixwazin ji Rezazî re bêjin: Aferîn û Xwedê hêz daye te.

Hunermend: Nasir Rezazî
XELAT/ Rojnameya Kurdistanî Nwê
