Jiyana Mam Di Navbera Koya Û Şam De
Nivîskar: Elî Şemdîn (*)
Vaye, îsal em bi rêzgirtin pêşwaziyê li (7)‘mîn salvegera koça dawî ya serok Mam Celal dikin, ev kesayetiya dîrokî û mezin, ku di roja (3.10.2017), bi yek carê ji vê jiyanê barkir û çû, ew kesayetiyeke karêzmî bi nav deng bû, û qet bi asanî û bi sedê salan dûbare nabe di nav miletê kurd de, lewma vî rêberê dûrbîn û şareza û bîrmend bi çûna xwe birîneke kûr di dilê her kurdekî dilsoz de hiştiye zû jî derman nabe, lê tenê em dikarin di vê salvegerê de vegerin ser jiyana wî ya dagirtî ezmûn û pend û dîtin û bîr û baweriyên wî yên dûrbîn û zengîn, her wiha vegerin ser qonaxên xebata wî ya dûr û dirêj û bê rawestan ji bo bidest xistina mafê miletê kurd, ku di vê riyê de hemî salên jiyana xwe pêşkêş kirin, û divî warî de dû bajaran ciyê penca xwe di avakirina kesayetiya Mam Celal ya siyasî de kûr hiştine, tevî ku em dizanin herdû bajar ji hev cudane, û dûrin jî, lê Mam Celal giringtirîn û hestiyartirîn salên xebata xwe ya siyasî li van herdû bajaran derbaskiriye, yek ji wan (KOYA)‘ye, û ya dinê jî (ŞAME).
Bajarê (Koya), dergûşa serekî bû ji avabûna vê kesatiya karêzmî re, ku ew li wir hatiye jiyanê di roja (12.11.1933)‘de, ev bajar dergehê yekem bû ku Mam Celal têre derbasî nav meydana xebatê, û her li wir di sala (1947)‘de, derbasî nav rêzên Partiya Demoqrata Kurdistanî bû, û di temenekî piçûk de, di sala (1953)‘de, ew bû endamê komîteya navendî ya vê partiyê, di demekê de ku navçe bi tevayî û kurdistan bi taybet ketibû nav pêlên rikberî û nakokiyên (Navdewletî, û Herêmî) yên kûr de, bi taybet di wê dema paş cenga cîhanî ya diwem de.
Êdî vî bajarê piçûk û kevnar (Koya), zû hêz û tiwana Mam Celal derxiste meydana û rola wî ya siyasî bi zelalî nîşandan, û li Koya ew wek xebatkarekî bi ezmûn û siyasetmedarekî jêhatî û netirs kete ber çavan, ku wî karîbû zû ciyê xwe yê bilind bistîne di rêza pêşî de ji rêzên Tevgera rizgarîxwaz, çi li Kurdistan û çi jî li Îraq, û karîbû baweriya tevgera miletê xwe û ya serokê wê (Mele Mustefa Barzanî), jî bi dest xwe bixe, û ev bawerî gihişte lûtka herî bilind, di dema li darxistina wî kongireyê dîrokî ku di rojên (18-22/3/1963)’de, li bajarê (Koya), hatibû li darxistin, û her di wî kongirî de Mam Cela bi tevaya dengê nûnerên beşdar hatibû hilbijartin wek nûnerê miletê kurd, û serokê şanda kurdî ji bo danûsitandinê li gel Bexda, û herwiha ji bo beşdar jî bibe di danûsitandinên yekîtiya sê qolî de li Qahîra.
Di wî kongirî de, bêtir ji (2000) endam beşdar bûbûn ji hemî deverên kurdistan û nûnerên êl û yekîtî û sendîka û rêxistinên kurdî yên gelêrî û sivîl, û nûnerên ol û aynan jî beşdarî vî kongirî bûbûn, lewm ev kongir (kongirê Koya), bûbû mîna kilîleke efsaneyî ji bo Mam Celal, wî karîbû bi wê kilîlê gelek dergehan veke, û her wiha karîbû jî bi navê miletê kurd li gel desthilata Bexdadê bi axivê.
Ev bû bandora bajarê (Koya), li ser rola Mam Celal ku diyare ev bandor gelekî kûr û bi hêz bû, nexasim di qonax destpêka jiyana wî de ku hîna ew gêncekî piçûk û nûhatî bû, lê birastî bajarê (Şamê), bi xwe jî mîna hêlîneke serekî bû ew bi sîngeke fereh û germ pêşwazî dikir, û bê dûdilî ew hembêz jî dikir her dema ku rê û dergih li ber dihatin girtin, û Şam bûbû mîna pireke serekî, ku karîbû bi aramî di ser vê pirê re derbasî nav cîhana derve bi giştî bibe, û nav ya erebî bi taybet, û Mam Celal her li Şam karîbû toreke berfireh ji pêwendiyên dîrokî û giring damezirînê û ava bike li gel cîhana derve, û ya erebî, ku gelekî giringin ji bo pirsa me ya netewî, û Mam Celal êdî bûbû nûnerê wê li ser astê herdû cîhana bi bê rikaber.
Di sala (1955)‘de, Mam Celal yekem car buk u ew bi sudfe gihişte (Şamê), wê çaxê hîna ew gêncekî nûhatî û jêhatî bû, û nû ketibû sala xwe ya (20)‘de, çalakvanekî qutabiyan yê tûnd bû, ji ber rêjîma padîşahî reviya bû û bi qaçaxî derbasî nav xaka sûriya bûbû, û bi neçarî Mam Celal sînor derbaskiribûn bi bê ku nasname xwe ya kesayetî û dîkoment û belgeyên dinê li gel xwe hilgire. lewma ew li ser sînor hate girtin, û ji wir ew birin zîndana Hesekê (Hisiçe), lê zû ew hate azadkirin bi alîkariya Xanima kurd (Rewşen Bedirxan), ku wê demê ew li şamê dijiya. Mam Celal ji Hesekê bi şev berê xwe da Şamê, li ser pişta (Barhilgira Genim û Ceh), û li Şamê bi riya efserê kurd (Mihemed Zilfo), Mam Celal karîbû hemî belge û dîkomentên pêwîst ji bo çûna (Warso), bidest xwe bixe ku li wir beşdarî bike bi navê kurd di mehrecana gênc û qutabiyên cîhanî de, piştî ku bi serkeftî gihişte mehrecanê li Warso, ew gelekî dil xweş bû bi dîtina helbestvanê pêşverû yê Turk, yê binavûdeng (Nazim Hukmet), û Mam Celal karîbû bala wî û ya hemî şandên cîhanî yên beşdar, bi aliyê xw ve bikşîne, û di encam de şanda welatê (Çîna Gelêrî), Mam Celal bi mêvandarî dawet kirin ku bi navê şanda xort û qutabiyên kurdistana îraq, serdana welatê Çîn bike.
Carek din Mam Celal ji îraqê derbasî sûriya bû û ber bi (Şam), ve çû ew jî di sala (1957)’de bû, û li şam karîbû mafê penaberiya siyasî wergire, û mûçeyekî başî mangane ji dewletê werdigirt ku bes be ji bo jiyana wî ya rojane, û ji bo çalakiyên wî yên siyasî, her ji Şam Mam Celal berê xwe da (Mosko), ji bo beşdar bibe di mehrecana xortan û qutabiyên cîhanî de, û bi hewil danên xwe yên taybet karîbû li Mosko li gel (Mele Mustefe Barzanî), kom bibe û wî bibîne, û li gel hev soza xwe nûbikin ku wê bi herva di nav rêzên partiya demoqrata kurdistanî de.
Piştî ku Mam Celal ji Mosko vegeriya (Şam), wî yekser piştgîriya damezrênerên yekemîn partiya kurdî li sûriya kir, ku ev partî di (14.6.1957), hate ragihandin, û li gel wan pirogiram û peyrewa navxweyî nivîsîn, herwiha hewil da ku kesayetiyên siyasî û kultûrî û civakî razîbike ku ew jî werin nav rêzên vê partiya nû, û çend rêxistinek jî razî kirin ku xwe hilweşînin û derbasî nav vê partiyê bibin, ji ber ku wî xwe di nav kurdên sûriya de xerîb nedidît, lê wî xwe xwedanê malê didît, û kurdistan wek malekê dinasî, lewma wî digot ku ez ji odeyekê biçime oda din ez nabim mêvan.
Birastî ev herdû serdanên Mam Celal ji bo (Şam), bûbûne dergehekî serekî ew têre derbasî nav meydana erebî bûbû, û toreke berfireh ji pêwendiyên diblomasî avakir li gel hêzên erebî yên cuda, ku bi alîkariya van hêzan û piştgîriya wan rêjîma Sedam Husên ya hov û dirinde hatibû ruxandin, û rêjîmeke dîmoqratî fîdralî hatibû avakirin, ku Mam Celal wek yekemîn serokê hilbijartî li ser kursiyê serokatiya îraq rûnişt.
Hevdîtinên Mam Celal di sala (1957)’de, li gel her yek ji Mîşêl Efleq (Damezrênerê Partiya Be’es), û Ekrem Horanî (Serokê perlemanê sûrî), û Ebdul Hemîd Serac (Serokê dezgehê hewalgeriya siyasî ya sûrî), û paşî jî hevdîtin ev hevdîtin bûbûne gava yekem di avakirina wan pêwendiyan de û bi riya van hevdîtinan, Mam Celal karîbû pirsa miletê xwe bide nasîn bi raya giştî ya erebî, û wan li tenişt wê bide rawestan, bi riya diruşma (Biratiya Kurd, û Ereb), herwiha bi riya tekezekirin li ser xalên hevbeş ku herdû aliyan digihînin hev û komdikin, û di vî warî de Mam Celal bi serkeftî karîbû Rewşen Bedirxan wek nûnera şande kurdî bişîne Yewnan di sala (1956)’de, beşdarî kongirê Esîna bibe ku hatibû lidarxistin ji bo nehiştina tûndî û nejadperestiyê, û Mîşêl Efleq Jî li wî kongirî beşdar bûbû, her wiha Mam Celal karîbû hikûmeta misrî razî bike ku beşê kurdî di radiyo ya Qahîra de were vekirin di sala (1958)’de, û her di vê salê de jî, Mam Celal bi navê şanda yekîtiya xwendekarên kurdistana îraqê li Bexdadê pîrozbahî li Ebdul Kerîm Qasim kir, bi boneya ku bûbû serok wezîrê îraqê di sala (1958)’de, û Ebdul Rehman Zebîhî jî bi navê kurdên sûriya beşdarî di we pîrozbahî de kiribû.
Şam bi xwebû ku bûbû bingeheke serekî ji avakirina van pûwendiyan, bi vî rengî Mam Celal gelek giringî dida kûrkirina pêwendiyan li gel raya giştî ya erebî, û bi hûrî ew pêwendî dixwendin û têdigihşt, û biberdewam di xwest wan pêwendiyan fereh bike li ser dû bingehan ku Ebdulnasir ew ji Mam Celal xwestibûn di dema hevdîtina wan ya yekem li Qahîra di sala (1963)‘de, bingeha yekem: Tevgera netewî kurdî dijatiya parçebûn û cudaxwaziyê dike, û na xwaze îraqê dabeş bike, bingeha diwem: Kurd miletekî resene, û ji hezarên salan ve li welatê xwe kurdistan dijî, lewma ew ne miletekî mêvane, û dijatiya ereban nake, lê belê ew dû miletên birane, û ev herdû bingehên zêrîn bûne hokarê serekî ku Mam Celal di sala (1970)’de, pirtûka xwe ya bi navnîşana (Kurdistan û Tevgera Netewî Kurdî), bi nivîse û çap bike, ku bi riya vê pirtûkê karîbû pirsa kurdî bide nasîn li cem raya giştî ya erebî, û bi riya pêwendiyên xwe yên giring karîbû wî dîwarê bilind hilweşîne, ku kurd û ereb ji hev dûrxistibûn, û wî mêjiyê şofînizim û nijadperestiyê nehêle û têk bibe, û di encam de Mam Celal di sala (1963)’de, karîbû bala Ebdul Nasir bi alî kesatiya xwe ya karêzmî ve bikişîne, ta wî astê ku Ebdul Nasir gote endamên şanda îraqî ku bi serokatiya (Elî Salih Se’dî), bû, û ji wan xwest ku ew jî wek Mam Celal şareza û zîrekbin, û evê yekê bi xwe hiştibû ku Ebdul Nasir lêdwanekê bide nûçevanê rojnameya Lomond ya Ferensî (Êrîk Rolo), ku miletê kurd birayê miletê erebiye, û ew sedî sed li gel dana mafê etonomiye ji bo miletê kurd, her wiha Ebdul Nasir gotbû jî ku ew maf divê nêzîkî wê nerîna Mam Celal be ku li Qahîre ji wî re şirove kiribû.
Tevî êrîşên biropoganda ku ev pêwendî kiribûn armanc, û ew bi hemî gotinên ne şêrîn wesif kiribûn, lê Mam Celal destberdarî wan pêwendiyan nebû, û hewil jî dida wan xurtir û bi hêztir bike, ta astê ku hemî serkirdeyên erebî yên bi navûdeng di nîvê dawî de ji sed sala bîstan, mîna (Cemal Ebdul Nasir, Mû’emer Qezafî, Hafiz Esed, Enwer Sadat, Ehmed Bin Bila û Yasir Erefat..), bibûn heval û dostên wî û pêwendiyên kûr li gel wan ava kiribûn, û karî bû wan razî bike ku piştgîriya pirsa kurdî bikin, nexasim (Mû’emer Qezafî, û Hafiz Esed), û karî bû wan kom bike li dor bereyeke hevbeş li dijî rêjîma xwînmij ya Sedam Husên, û ew razî kirin bi giringiya ruxandina vê rêjîmê, lewma ewan tevan piştgîriya Mam Celal kirin ji bo damezrandina (YNK), li Şamê di (1.6.1975)’de, û ewan bi merdî alîkariya diravî û ya çekdarî û locistî pêşkêşî Mam Celal kirin ji bo vêxistina (Şoreşa Nû), ku girûpa pêşî ji pêşmergeyan ji bajarê Qamişlo dane rê, û di (1.6.1976)’de, ber bi çiyayên kurdistanê ve çûn, û bi vê yekê xwena Sedam derew derket ku di got: Eger darxurme jî di serê Celal de şîn were, ew nikare şeş pêşmergan bibe ser çiya.
Birastî! Mam Celal pispor bû di pêwendiyûn (Navdewletî, Herêmî û Erebî)’de, û şarezabû di xistina wan pêwendiyan di xizmeta pirsa kurdî de, her wiha gelek encamên dîrokî vê şoreşa nû bi xwere anî bûn, ku didemekê de destpêkir û vêket, gelekan digotin ev ne şoreşe, ev xwekujiye, lê vê şoreşê dûpat kir ku çendî ew pêwendiyên Mam Celal giring bûn ji bo ruxandina wî dîktatorê hov Sedam, herwiha tekez dike li ser dûrbînî û şarezaya wî di rêxistin û rêvebirina nakokiyan di bercewendiyên birsa kurdî de li ser hemî astan.
Wisa jî eger ew hewildanên dîrokî yên Mam Celal biserkeftibane, ji bo piroseya aştiyê dinavbera hukûmeta turkî bi serokatiya Torgot Ozal, û (PKK), bi rêberiya Ebdule Ocelan, ku di encam de yekem agirbest bi saya rola Mam Celal hatibû ragihandin di navbera herdû aliyan de di (20.3.1993)’de, û dibû ku miletê kurd li kurdistana turkiyê îro roj berhemê wê piroseyê xwaribane, ku Mam Celal bi xwe endezyarê wê yê serekî bû, lê mixabin sernekeft û serok Ozal jî jiyana xwe buhayê wê piroseyê danî, dako ji nû ve herdû alî vegerin nav baznê xwînê, û ew xwîn berdewam bibe ta roja îro. di aliyekî dî de Mam Celal gelek caran Qasimlo agahdar dikir ku ew qet baweriyê nede rêjîma kevneperest li Tehranê, û wî pêşbînî dikir ku wê were kuştin, eger Qasimlo jî li gotina Mam Celal guhdarî kiribaye, dibû ku ta îro li ser serê tevgera kurdî bane li kurdistan îran, û rewiş jî wî gelekî baştir bane.
Di dawî de, divê em careke din helwîsta Mam Celal dibîra xwe bînin derbarê qeyrana sûrî, ku wî ji kêlîka pêşîve pêşbînî kir ku rêjîma Esed naruxê, ji ber ku gelek kertên berdewamiyê û fişarê didestê wî de hene, û got ku wê welatê sûriya derbasî nav gereke wêranker ji şerê navxweyî bibe, di demekê de ku piraniya me li çepka didan ku rêjîm di çend mihan de wê biruxe, em gelekî poşîman bûn ku me bi helwîsta wî nekir, lê poşîmanî hîç encameke wê tuneye piştî ewqas wêranî û kuştin û derbiderî..
Lewma, eger em baş li ser jiyana Mam Celal rawestin û kûr qonaxên wê yên serekî bi sekinin, emê bibînin ku (Koya, û Şam), çi bandoreke mezin û karîger di avakirina kesatiya Mam Celal de lîstine, nexasim di qonaxa zaroktî û xortaniyê de..
16.11.2024
Silêmaniyê
*- Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demoqrata Pêşverû Kurdî li Sûriya, û nûnerê partiyê li Herêma Kurdistan