Min gelek tişt û mişt di bin siya konê xwe de dîtine

Min gelek tişt û mişt di bin siya konê xwe de dîtine

Nivîskar: Konê Reş

 

  Ji min dipirsin; ji ber tu nivîskarekî bi qîmetî.. Te bi vî navê xwe (Konê Reş), di qada nivîsa Kurmancî de konê xwe vedaye.. Gelo te ev nav ji kû aniye û vî konî heya niha çi dîtiye û çi nedîtiye?

- Di wan salên ku zimanê kurdî qedexe bû û tirsa ji emniyeta dewletê mezin bû, ji neçarî min navê (Konê Reş) ji xwe re bijart.. Ev navê ku kalkê min li cîranekî xwe kiribû.. bi wateya sexîbûn, mêranî û dilfirehbûnê. Ew cîranê wî, mirovekî feqîr, comerd û sexî bû, deriyê wî her dem vekirî bû.. Hem jî, ji zimanê Kurdî pêve bi ti zimanan nizanî bû. Mirovekî bi cil û bergên kurdî yên orjînal girêdayî bû; kum û kolozekî reş li serê wî bû. Gelek çîrokên kurdî yên folklorî zanîbû.. Bijartina min ji navê wî re bi gelek wateya ye; ji rexekî ve, reşahiya ku wê demê konê xwe di ser welatê me re vegirtibû. ji rexekî din ve, Kon her dem vegirtiye.. mirovan ji sermê û germê diparêze.. rêwî, birçî û hejar xwe lê digirin, di bin sîya wî de xwe ji germê û sermê diparêzin..

  Min gelek tişt û mişt di bin siya konê xwe de dîtine.. Tevî ku min siyaset nekiriye, lê ji mêj ve hez zimanê dayika xwe kiriye.. Di destpêka xortaniya xwe de, min hin caran bi zimanê erebî his û hastên xwe davêtin ser kaxetê.. Lê piştî ku min dengê şoreşa Barzanî bihîst û çav bi nivîskarên kurd wek: (Cegerxwîn, Osman Sebrî, Hesen Hişyar û Rewşen Bedirxan), ketim û ji nîzîk ve, ew nas kirin, eşqa zimanê kurdî bi min re gurtir bû..

  Ev çalakiyên min li hawayê emniyetên rêjîmê nedihatin.. Gelek caran ez bi vexwendinên xwe, birin û anînan ditirsandim.. û ji min re digotin; Çima te navê xwe bi navê (Konê Reş) guhertiye.. ji bo ku em te nas nekin ne??! Çima tu bi zimanê erebî nanivîse û tu bi kurdî dinivîse..? An tu ji zimanê erebî ne razî ye..?!

XELAT