Hêro Xan, jina polayîn ku ji destpêka ciwaniya xwe ve ji bo têkoşînê hatiye afirandin

Hêro Xan, jina polayîn ku ji destpêka ciwaniya xwe ve ji bo têkoşînê hatiye afirandin

Nivîskar: Merîwan Mesûd

Hêro Xan: Mezintirîn bawernama dunyayê bi qasî wergirtina min ji Komela re ez kêfxweş nekirim

"Karîzmaya jinê, di ew nameya ku Hêro Xan ji hevalê xwe yê temenê Dr. Mihemed Sabir re nivîsandiye"

 

Piraniya caran, dema ku ez dixwazim gotarek li ser karakterekî binivîsim, nemaze dema ku gotarên min vekolînin, ez gotarê nanivîsim heya ku ez bawer nekim, lê hûn dibînin, karakter pir mezin e, Ew di dema xwe de bi bandor bû û di civak û bûyeran de cihekî girîng hebû, lê di arşîvan de çavkanî, nivîs, gotar, belge û destnivîs kêm in û dema ku hûn li navê wî digerin, zanyarî gelekî kêmin.

Nameyek girîng

Kesayeta ku ez dixwazim vê carê li ser binivîsim û li ser belgeyek girîng şîrove bikim Hêro Îbrahim Ehmed (Hêro Xan) e, ku di piraniya qonaxên jiyana xwe de, hem di zarokatiyê û xortaniyê de û hem jî di gihîştina xwe de, wê her gav ji bo Kurdbûnê û avakirina civakek nûjen û hişmend têkoşiyaye ku tê de mirov navend e û tiştek ji mirov mezintir nîne.

 

Hêro Xan, ku ez li vir nameyek girîng û dîrokî şîrove dikim, ez têde piştrast dikim, ku ev xanima têkoşer çiqas kelecan û bextewar bû dema ku ew wekî endama rêxistina (Komala Rencderan) hate pejirandin, di heman demê de ew keça mamosteyê têkoşer ê Kurdatiyê mamosta (Îbrahîm Ehmed)e û hevjîna karîzmaya kurdayetî û xebatê (Mam Celal Talabanî) bûyê. Ew dikaribû bêyî tu hewldanekê bibe endama her rêxistinekê ku wê bixwesta, lê na! Hêro Xan di wê yekê de cuda bû, belkû bi rêyên xwe yên taybet bi rêya heval û hevrêyê xwe yê kevin Dr. Mihemed Sabir serlêdana endametiya serokatiya Komala kir, ku xuya ye ku bi nameyekê ji Dr. Mihemed Sabir xwestiye ku daxwaza endametiya Komala jê kiriye diyare bi kêfxweşî Endametiya wê tê qebûlkirin. Ji bow ê jî Hêro Îbrahîm Ehmed di nameyek bi dîroka 25/10/1978an de ji Dr. Mihemed Sabir re nivîsandiye, ku tê de spasiya Dr. Miohemed Sabir dike û di destpêka nameyê de, Hêro Xan sedema neçûna bo Şamê û derengketina xwe ji nivîsandina nameya xwe ji Dr. Mihemed Sabir re rave kiriye û weha dinivîse:

(Ji bo birayê min ê pir rêzdar û xoşewîst kak Heme Sabir, ev dem û hemû demên te şad bin

Ez pir pir daxwaza lêborînê dikin li we dikim ji ber ku nameya min pir dereng ket, lê ew ji ber ku min dixwest biçim Şamê heta ku min biryar da ku çend rojan biçim û li ser vê bingehê ji te re ev name nivîsand, lê piştre ji min re telefon kirin ku ez heman rojê naçim Şamê  îca min meraq kir ez biçim, heta duh, Dr. Kemal (mebesta Hêroxanê Dr. Kemal Xoşnaw)e ji mala me ya li Şamê gotibû ku care ez naçim heta ku telefonê bo min nekin, îca  hemû projeyên min hatin guherîn ku ez nizanim sibê çi dibe ger ez neçim û her weha bi baş dizanin yan tiştek heye hale kak Salar bipirse (Mebesta Hêroxanê kak Salar Ezîz)e gotin min ku ew Demeke çûye, ez nizanim telefona te kiriye yan na).

Destpêka karê siyasî

Hêro Xan di 12/6/1948an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Ji malbateke rewşenbîr û kurdperwer de mezin bûye, qonaxên xwendinê temam kirine û çendîn car ji ber koçberiyê û têkçûna rewşa Êraqê û helwestên Kurdayetî ya malbatê ji xwendinê qutbûye,

Di dawiya sala 1972an de, ew dibe xwediya bawernameya bekaloryus di ware civaknasiyê de li Zanîngeha Mustansiriyeyê ya li Bexdayê. Bi sedema ku di salên 1950an de, bavê wê, (Îbrahîm Ehmed), ji aliyê hikûmeta wê demê a Êraqê ve hate girtin. Hêro Xan berê xwe da siyasetê û li pey şopa bavê xwe diçe.

Wê di destpêka salên 1970an de bi Mam Celal Talabanî re zewicî û li çiyayan bi wî re mil bi mil xebitî. Ew her gav mînakek jineke têkoşer û Pêşmerge bû. Wê qet bawerî bi wê yek nebû ku nav û meqamê bavê xwe yan hevserê xwe bikar bîne, belkû wê her gav li kêleka birayên xwe yên Pêşmerge xebat kiriye, ji ber vê yekê birayên Pêşmerge naznavê (Dade Hêro) lêkirin.

Ji bo piştrastkirina van gotinên xwe, paragrafa duyemîn a nameya Hêro Xan ji bo Dr. Heme Sabir nivîsandiye û dibêje:

"Birayê birêz, ez bi rastî ji nameya te pir kêfxweş bûm. Bawer bike ku bawernameya herî mezin a dunyayêye bi qasî qebûlkirina min ji aliyê Komale ve ji bo taqîkirinê ez bextewer nedikirim.)

Ji ber ku ez bi rastî jê bawer dikim û min ew bi îradeya xwe ya azad bêyî bandora hawîrdorê û bi hişê xwe hilbijartiye û ez amade me ku malbata xwe ji bo wê bihêlim û ez hêvî dikim ku hûn min ji rojname û weşanan bêpar nehêlin.

Ez ê dest bi xwendina cidî bikim û ez ê ji bo her karekî bi qasî ku ji destê min tê amade bim. Birayê birêz, ez niha li vir im û ez ê dema ku ez çûm ji te re bibêjim û we agahdar bikim, roja ku we te telefon kir, tu pir şipirzebûyî dilê min gelekî li ba rewşa biraderan e. Me tu nûçeyên nû li ba me tune ye, lê dibe ku di çend rojên pêş de nûçe hebin ezê telefonî we bikim. Her kes gelek silavan ji were dişîne distîne. Gelek rêz û silav ji hevalan re û bi xweşiya we.

xwişka te

Hêro

25/10/1978"

Eger bala xwe bidinê, Hêro Xan, li tu bone û name û belgenameyekê de heta çavpêkeftin û gotarên xwe de ewqasê ku min dîtine bi qasî bi endambûna di (Komela) de kêfxweş nebûye ku ew dibêje: "Bawernameya herî mezin a dunyayêye bi qasî qebûlkirina min ji aliyê Komale ve ez bextewer nekirim." Hêro Xan, wate ev jina polayîn, her ji destpêka ciwaniya xwe ve ji bo têkoşînê hatiye afirandin û hertim ji wê yekê hezdikir ku bi xwe hebe, nekû wêneyê bav û hevjînê xwe wekû sîber bi dûv wê de bin ji ber wê yekê bi aşkirayî ji Dr. Mihemed Sabir re dibêje: (Bi rastî baweriya min bi Komela heye û bi bê bandora derdorê, min bi dilê xwe  hilbijartiye). Ango, ew tekez dike ku ev biryara têkoşînê di rêxistinên Komela de biryara wê bi xwe ye û biryar jî daye zêdetir xwe rewşenbîr bike û dest bi xwendinê kiriye. ji ber ku ew yek ji taybetmendiyên endamek Komela bû, ewe jî bûye pîvan li gorî rêxistin û hizb û aliyên din endamê Komela rewşenbîrtir û xwendewartir bûn.

Têbînî: Ji bo vê babetê min sûd ji pirtûka (Ronahiya Rêya Têkoşînê) wergirtiye ku ji hêla Cemal Lolo ve hatî berhevkirin û amadekirin.

Ji Soranî bo Kurmancî/ Dawûd Çîçek

Xelat/ Kurdistanî Nwê