Letîf Nêrweyî: YNK û tomarkirina serkeftineke kêm wêne

Letîf Nêrweyî: YNK û tomarkirina serkeftineke kêm wêne

Berpirsê borda ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (Letîf Nêrweyî) ragihandiye ku, YNK`ê kariye nêzîkî %100 dengên xwe zêde bike li beramber de dengê aliyên din ên Kurdistanî kêm kiriye.

Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (Letîf Nêrweyî) di gotareka xwe de ku derbarê hilbijartinên encumena parêzgehên Êraqê de nivîsiye diyar dike ku, YNK`ê kariye di hilbijartina encumena parêzgehan de li deverên veqetandî yên Kurdistanê serkeftineke kêm wêne û bêhempa bi taybetî li Kerkûkê bi dest bixîne.

Nêrweyî bi hûrgilî encamên hilbijartinan li deverên veqetandî yên ser bi çar parêzgehên Êraqê aşkira dike û weha dibêje:

-Li Parêzgeha Kerkûkê ji (15) kursiyan, YNK`ê (5) kursî bi dest xistine û kursiya kota ya xiristiyanan jî ku nêzîke ji YNK`ê bi dest xistiye û bi vê yek ji %37,5`ê kursiyên encumena parêzgeha Kerkûkê bi dest xistiye.

Her weha di warê dengan jî nêzîk ji %100`ê dengan bi hevberkirin li gel hilbijartinên encumena nûneran a Êraqê zêde kiriye, çûnkî di sala 2021`an giştî dengên YNK`ê li Kerkûkê tenê (82) hezar û (286) deng bûne, lê belê di vê hilbijartinê de di dengdana giştî de dengê YNK`ê (139) hezar û (377) deng bûne û di dengdana taybet de (20) hezar û (365) deng bi dest xistine û giştî dengan dighêje (159) hezar û (742) deng. Eger em vê rêjeyê hevber bikin li gel aliyên dinê deng tu aliyê siyasî yê Êraqî û Kurdistanî negihêtşiye (100) hezar dengî.

-Her weha ji giştî (32372) dengên taybet, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi tenê (20365) deng bi dest xistine ku dike (%63)`yê dengên taybet yên Kerkûkê.

-Li sinorê parêzgeha Silêmaniyê jî, ji (13347) dengên taybet, YNK`ê (12853) deng bi dest xistine û ku dike %96`ê giştî dengên taybet li parêzgeha Silêmaniyê.

-Ji giştî dengên taybet yên li nava Kerkûkê ji (9456) dengan, YNK`ê (4828) deng bi dest xistine ku dike %51`ê dengêm taybet yên nava Kerkûkê.

-Li ser astê Êraqê zortirîn rêjeya beşdarbûnê di hilbijartinan de li sinorê parêzgeha Kerkûkê bûye ku dike %64 û hevrikiyek tund di navbera list û hevpeyamanîtiyan de li Kerkûkê hebûye.

-Bi heman awayî Yekîtiya Nîtimanî ya Kurdistanê li sinorê parêzgeha (Neynewa, Diyale û Selahedîn) serkeftinek baş bi dest xistiye û bi hevberkirin li gel hilbijartina sala (2021)`ê dengên YNK`ê bi awayekî berbiçav zêde kiriye û YNK`ê li parêzgeha Neynewa (2) kursî, li Parêzgeha Diyale (1) kursî, li parêzgeha Selahedîn (1) kursî bi dest xistiye. Her weha giştî kursiyên ku YNK`ê li sinorê parêzgehên deverên veqetandî dighêje (9) kursiyan û li Kerkûk, Xaneqîn, Duzxormato YNK`ê hêza yekemmîne. Li hindek deverên Neynewa jî hêza yekemîne. Bi vî awayî jî li gorî rêjeya dengan, rêjeya kursiyan, rêjeya parêzgehan, YNK`ê li hember hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê hêza yekemîne û yekane hêza Kurdistanî ye ku li sinorê her çar parêzgehên deverên veqetandî karî kursiyan bi dest bixîne.

-Li sinorê parêzgeha Neynewa jî bi hevberkirin digel sala 2021`an dengên YNK`ê bi rêjeya %64 zêde kiriye.

-Li sinorê parêzgeha Diyale jî bi hevberkirin li gel sala 2021`an dengê Yekîtî %33 zêde kiriye  û ji 21 hezar deng gîhandiye 28 hezar deng zêde kiriye.

Sedemên ev serkeftina kêm wêne ya YNK`ê,  Letîf Nêrweyî vedigerîne bo plana baş û serkeftî ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê danîbû ji bo hilbijartinan û her weha serperştî û çavdêriya Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî bi xwe ji bo cîbicîkirina planê.

 

XELAT