Peyamek dîrokî ji paytexta şahê Kurdistanê

Peyamek dîrokî ji paytexta şahê Kurdistanê

Dema ku rejîma Sedam Husên ji aliyê opozîsyona Êraqê ve bi piştevaniya hêzên hevpeyman hat rûxandin, Serok Mam Celal got: Rûxandina rejîmê hêsan e, lê avakirina Êraqeke nû ya demokratîk û federal û pêkanîna aramî û aştiyê. Jiyana hevbeş di navbera civakên Êraqî de wê ne hêsan be û gelek dem û hewldan dixwaze.

Eger em rewşa Êraqê ya wê demê û hizra Mam Celal bi rewşa niha ya Sûriyê re bidin ber hev, tam yek in, ji bilî wê cudahiyê ku opozîsyona Êraqê bi hev re li heman qada şer hewl da. Dixwestin Sedam Husên hilweşînin û berê jî di çend kongreyên netewî de li ser şêwazê rêveberiyê li hev kiribûn. Yanî li ser serdema piştî Sedam Husên ji aliyê tevahiya opozîsyona Êraqê ve lihevkirineke destpêkê ya siyasî û neteweyî hebû, lê li Sûriyê ev lihevkirin û amadekarî nayê dîtin.

Lewma her çend çavên hemû cîhanê li ser rewşa nû ya Sûriyê ye, lê nikarin bi zelalî helwesta xwe derbarê paşeroja welat de diyar bikin. Nizanin dê Sûriyeya nû çawa be? Gelo dê kêka guherînê bi awayekî wekhev û adil li hemû deng û rengên cuda yên welat were belavkirin, yan na? Gelo Sûriyeya nû dê bibe sîwanek ji bo jiyana hevbeş a hemû pêkhateyên etnîkî, olî û mezhebî li welat, yan wê bahoza rijandina xwînê, koçberî û zordariyê bi navûnîşanên nû û ji ber sedemên cuda berdewam bike? Ji ber vê yekê vekolerên siyasî ji bersivên van pirsan direvin û dibêjin ku hîn zû ye ku em li ser paşeroja Sûriyê biaxivin û divê bêtir li bendê bin. Lê ya diyar ew e ku guhertin ji bo kurdan li welat cuda ye û wek bajarên din ên Sûriyê, ne tenê derfeta pîrozkirina wan nema, yan jî kurdên derbider karîbûn vegerin welatê xwe, lê carekê. Nêzîkî 250,000 kesên din jî koçber bûne û bi dehan welatî jî bûne qurbanî.

Lewma erkê netewî û niştimanî yê hizb û aliyên siyasî yên Kurdistanê li hember çarenivîsa gelê Rojavayê Kurdistanê dê derbasî qonaxeke nû bibe û bi awayekî din dest pê bike, ji ber ku guhertina Sûriyê ji bo Kurdên wî welatî, Hem derfetek nû ye û hem jî qonaxek hestiyar, xeternak û çarenivîsaz e. Li ser vê bingehê kurdên Rojava çaverê dikin ku Herêma Kurdistanê alîkariya wan bike bi awayekî ku ew beşê Kurdistanê ji tundî û rijandina xwînê biparêze, ne ku pişta xwe têbike wan.

Her ji bo vê mebestê, serokê xemxur (Bafil Talebanî), peyamek piralî û dîrokî arasteyî aliyên peywendîdar ên li Sûriyê, Kurdên wî welatî û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir.

Di peyama xwe de ji aliyên peywendîdar re dibêje: “Em rêzê li îradeya gelê Sûriyê digirin, lê divê hemû alî têbigihin ku rewşa Sûriyê gelek hestiyare û pêwîste her biryarek li ser paşeroja wî welatî were dayîn. Divê biryarek jîrane be. Biryara jîrane jî ewe ku rastiya Sûriyê wek welatekî fireh netewe, fireh ol û pir mezhebî were famkirin û her biryarek ku vê yekê li ber çavan negire wê bi ser nekeve. Ew bi awayekî vekirîtir diçe ser eslê meselê û dibêje: Heqîqetek heye ku li wî welatî miletek bi navê gelê kurd heye û divê mafên kurdan li wî welatî li kêleka mafên gel û civakên din bên parastin. Li wê heqîqetê jî têbighin ku, bêyî çareseriya pirsgirêka kurd ne tenê li Sûriyê, li Rojhilata Navîn jî aştî û aramî pêk nayê.

Ji Kurdên Sûriyeyê jî re dibêje: "Em dizanin ku hûn li hêviya hîmmet û alîkariya birayên xwe ne ku li kêleka piştgîrîkirina li mafê hemû pêkhateyên wî welatî hewla çareserkirina pirsgirêkên we jî bidin.  Her di heman peyamê de daxwazê ji aliyên siyasî yên Kurdistanê dike ku bi yekdengî û yek gotarê nîştimanî dikarin ew erkê hevbeş pêk bînin û piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bikin û rûbirûyê wan metirsiyan bibin ku gefan li ser jiyan û aramiya wan çêdike.

Girîngiyeke din a vê peyamê jî ew e ku ji bilî bicihanîna erk û berpirsyariyeke dîrokî û netewî, di heman demê de çavê kurdên Rojava li alîkarî û piştevaniya Herêma Kurdistanê ye û dive aliyên din jî bi heman awayî werin pêş û destê alîkariyê ji bo xwîşk û birayên xwe li Rojava dirêj bikin.

Her wek girîngiyeke din a vê peyamê jî ew e ku dê bibe belgenameyeke neteweyî û dîrokî û di arşîva gelê kurdistanê de bê tomarkirin.

 

Letîf Nêrweyî

* Endamê Serkirdatiya YNKê

 XELAT/ Kurdistanî Nwê