Omer Şêxmûs: Em bi xewnên mezin ketin rê û me dîrok nivîsand

Omer Şêxmûs: Em bi xewnên mezin ketin rê û me dîrok nivîsand

Endamê Desteya Damezrêner a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Dr. Omer Şêxmûs:

"Em bi xewnên mezin ketin rê û me dîrok nivîsand"

 

Amadekar: Tehsîn Taha Çomanî

Di serdaneke govara (Rêbaza Nwê) de, endamê desteya damezrêner a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Omer Şêxmûs, li ser damezrandina YNK û ji nû ve destpêkirina têkoşîna çekdarî diaxive. Bîranînên wî hîn jî hîna cihê giringiyê ne û nirxdarin, bi awayekî gava meriv pêre diaxive, ew gelek hûrgulî li ser navan, cihan û deman ji meriv re vedibêje bê ku gomana meriv çê bibe, û di vê hevpeyvînê de heta tiştên nû eşkere dike, nemaze li ser biryara ji nû ve destpêkirina têkoşîna çekdarî.

Dr. Omer Şêxmûs hîna jî mijûl e bi axaftin û bersiva pirsan, guhdarîkirin, analîzkirin, rastkirina agahiyên di pirsan de. Di ravekirina hin biserhatan de pê dikene û dibêje vê tomar nekin.

Ew nivîsandina dîroka YNKê wekî yek ji baştirîn wan projeyên dizane ku divê bi rêya saziyên xwe pêk bîne dibîne û ji hemî kesên ku dîroka YNK ji bo hin berjewendiyên kesane bi aliyekî ve dibin û rastiyan şaş dikin, gilî û  gazinên xwe dike.

Ji bo sazdana vê hevpeyvînê, me çend rojan name ji hev re alûgor kirin, heta ku me li hev kir ku roja Înê 23/5/2025 saet 8ê êvarê pêwendî bikin û dest bi giftûgoyê bikin û me demjimêrekê li ser dîroka YNKê û girêdana wê bi rewşa heyî re axivîn.

Piştî nîv sedsal ji damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), me ji birêz Omer Şêxmûs pirsî ku ew niha bîr li destpêka karwanê dike, çi hestek heye. Ew dibêje:

Yekem: Ez bîr li wê yekê dikim ku me karekî pir baş kir. Ji bo me hemûyan (desteya damezrîner) ev yek serbilindî ye ku me ew gav avêt. Her çend karê me pir dijwar bû ji ber ku me ji sifirê dest pê kir û gel jî bêhêvî bû, lê belê damezrandina Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê ji bo gelê Kurdistanê bû çavkaniya umêd û hêviyê.

Ev yek wê rastiya ku dijmin bi ser neketiye û gelê Kurd jî dê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo mafên xwe bernede, piştrast kir. Bi rêya YNKê, me ji cîhanê re îspat kir ku gelê Kurd milletekî şoreşger û serbilind e ku dê li ber dijmin serî natewîne û dê xebat û têkoşîna xwe di rewşa herî xirab ku hatiye serê wê de jî bidomîne.

Duyemîn: Ez difikirim ku dema me dest bi xebat û têkoşînê kir, me welatekî yê wêrankirî hebû. Ev yek heta hilweşîna rejîma Baasê berdewam kir, lê gava ez niha Kurdistanê dibînim, tevî ku gelek rexnê min lê hene û kêmasiyên wê pirin, ez wê bi gelek welatên Ewropî re didim ber hev.

Ji ber ku hikûmeta Baasê wê demê bi hezaran gund û bajarok wêran kiribûn. Dema ku ez niha bi wê demê re didim ber hev, Kurdistan pir geşbûye û pir dewlemend û pêşketî ye, lê dikaribû çêtir, paqijtir û xizmetên zêdetir hebûya. Dikaribû gendelî kêmtir, rêveberiyeke rêkûpêktir û demokrasiyeke bihêztir hebûya.

Sêyemîn: Ez bîr li wê yekê dikim ku me nêrînek teorîk hebû û di dawiyê de ew teoriya me rast derket , lê ew bi bihayek pir giran ji bo milletê me de keft. Bûçûna me ewe bû ku em bi alîkariya hêzên demokratîk ên welatên ku Kurd lê dijîn dest bi şoreşê bikin li vir mebesta me Iraq bû.

Lê me demekê li ser tevahiya Rojhilata Navîn difikirîn. Ji ber vê yekê, me hevkariyê zêde bi hêzên çepgir ên Îranî, Tirkî, Erebî Sûriya û Iraqî û Filistîniyan re kir. Me bawer dikir ku guhertina Kurdistanê û şoreşa wê dê bibe bingeha guhertinê li tevahiya Rojhilata Navîn.

Ji ber ku me têkoşîna xwe bi têkoşîna wan ve girêdida, ev nêrîna me hebû, ji ber ku hemû rejîm dîktatorî bûn. Di sala 1978an de, Mam Celal heta di hevpeyvînekê de bi televîzyoneke Tirkî re got: "Emê Kurdistanê bikin Vîyetnama Rojhilata Navîn.

Bi kurtasî, teoriya me wiha bû:

  1. Dema ku şoreş destpê bike, rejîm neçar dibe ku bi dijminên xwe re danûstandinan bike û şertên wan qebûl bike, û ew dê rastî krîzan were. Di encamê de, ew têk diçe. Ji ber vê yekê, me bîr li ser têkoşîna demdirêj dikir, ji ber ku me bawer dikir ku dema têkoşîn dest pê bike, rejîm dê di krîzê de be, û dema ku krîz çêbibe, ew ê xeletiyan bike û bi dijminên xwe re hevkariyê bike. Ev ê hêdî hêdî bibe sedema serhildanek girseyî (cemawerî).
  2. Prensîba duyemîn bi xwe bawerî bû. Ji ber ku Şoreşa Îlonê her gav pişta xwe bi Îranê ve girêdida, lê dema ku ew piştgirî winda bû, ew têk çû. Prensîba me ew bû ku em xwe dispêrin gelê xwe li hemî beşên Kurdistanê. Ji ber vê yekê, ji destpêkê ve, me dest bi hevkariyê û ragihandinê bi tekoşerên Kurdistana Sûriye, Tirkiye û Îranê re kir. Ji ber têkiliyên xirab ên ku serokatiya Şoreşa Îlonê bi wan re hebûn, nemaze di radestkirina hin tekoşerên Rojhilatê Kurdistanê, hevkariya bi Tirkiyeyê re li dijî tekoşerên Kurd û parçekirina partiyên siyasî li Rojava. Em bikarin alîkariya wan bikin û xwe bispêrin hev.
  1. Prensîbeke din jî ew bû ku divê serkirdeyên me di pêşengiya têkoşîna çekdarî de bin. Eger tu temaşe jî bikî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê tekane hizbe ku bi sedan şehîdên wê yên serkirde hene.

Ji min re dibêjin we dîrok nivîsandiye

Derbarê rola desteya damezrîner de, Omer Şêxmûs dibêje: "Gelek dostên me yên Ereb, Îranî û Kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê pir caran ji min re dibêjin; Te (we) dîrok nivîsand û ji bo te serbilindî ye ku tu bi erkekî ewqas mezin rabûyî. Bi rastî em bi xewnên pir mezin ketine rê. Mixabin, niha hin kes dîroka YNKê lekdar dikin û dixine jêr pirsyarê û berovajî dikin. Ewna karekî baş nakin. Lê belê em bi wî çavî lê nanêrin ji ber ku dema me dest pê kir, çavên me her gav li hundirê welêt dinihêrî. Wexta ku desteya damezrîner avabû daku hêviyekê ava bike û dest bi xebat û têkoşînê bikin. Ji ber vê yekê, ji destpêkê ve, çavê me li wê yekê bû ku digel tekoşerên hundirê welat pêwendiya me hebe û hevkariyê bikin. Divê em li derveyî welêt xebata siyasî û dîplomatîk bikin û ji bo wan alîkariyê peyda bikîn, û divê ew ji hundir dest bi xebat û têkoşînê bikin.

Ev karekî temamker bû. Em nikarin bêjin ku tenê şoreşgerên hundirê welêt têkoşiyan û yên li derve YNK ava kirin, belkû me bi herdu aliyan pêvajo serxist. Min ev di bîranînên xwe de behs kiriye. Dema xwe de Komeleya Marksîst-Lenînîst hate damezrandin, Mam Celal sekreterê wê bû. Kak Newşîrwan alîkariya wan kir û dû re çû derve. Dema ku piştre YNK hate damezrandin, hevalên Komeleyê bi me re têkilî danîn.

Kak Şazad Saib li London û kak Ferîdûn li Berlînê bi Mam Celal re civiyan. Piştre me bi hevalên tevgerê re têkilî danî ku plan kiribûn li Rojhilatê Kurdistanê (Civina Mahabad) partiyek bi navê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê ava bikin.

Lê belê me bawerî pê kir ku me eniyek ava nekiriye belkû me nîv eniyek avakiriye û em behsa şepêlekje fikrî li nav Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dikin. Ji ber vê yekê wê demê daxwazek ji wan ji me hat, ew jî guhertina navê wan bû. Ji ber vê yekê, wan navê wê guherand (Tevgera Sosyalîst a Kurdistanê) şepêlekî din jî hebû bi nave şepêla kurdayetî ya berfirek yan xeta giştî. Bi kurtasî, me bi wî awayî bîr lê kiribû ku xebata derve û ya hundir hevdû temam dikin.

 Bernameya xebata çekdarî çawa hate danîn?

 Îca bernameya xebata çekdarî çawa hate danîn? Bila ez tiştekî pir girîng ji we re bêjim: Di destpêkê de me diviyabû piştî sê salan dest bi têkoşîna çekdarî bikin. Me plan kiribû ku xebata siyasî, rêxistinî, veşartî û propagandayê bikin û hin yekîneyên destpêkê bişînin bajaran û çiyan da ku piştrast bikin ku em hene. Lê belê tişta ku hêşt em piştî salekê dest bi xebata çekdarî bikin di rastiyê de sê faktor hebûn:

A yekem: Xelk ji şikestina Şoreşa Îlonê bêhêvî bibû. Me weha dizanî ku xelk dê bi hêsanî baweriya xwe bi rêbertiyek siyasî ya din neynin. Ji ber vê yekê, bi dîtina me weha bû ku gel ne amade ye û dê xebata çekdarî neke. Lê derket holê ku xelkê me amade ye.

Ya duyemîn: Dema ku hikûmetê dest bi veguhestina bi zor ya gundan kir, me dît ku xelk berevaniyê dikin. Li Qeladizê, Mihemed Mela Şerîf berê xwe da çiyan û hejmareke mezin ji Pêşmergeyan li wir kom bûn. Ev ji bo me xalekî girîng bû.

Ya sêyemîn: Baasiyên çep ku bi me re di nav (Komela Neteweyî ya Iraqê) de bûn, di artêşa Iraqê de xeteke wan a leşkerî hebû. Di Adara 1976an de, wan ji Mam Celal re gotin ku ew ê vê havînê xeta me ya leşkerî kudetayê bikin.  Ji ber vê yekê, desteya damezrîner di Nîsana 1976an de li Viyenayê di apartmana hevalekî kak Newşîrwan de em civiyan. Di wê civînê de, Mam Celal, Fuad Mesum, kak Ebdulrezaq, Dr. Kemal Fuad, Adil Murad u Ez. Me li ser vê mijarê nîqaş kirin û me gelek giftûgo li ser kir. Me li ser wê yekê jî axift gelo em hêzê bişînin derve yan li ser bernameya xwe bimeşin.

Ji bilî wê babetê, du faktorên din jî hebûn ji bo şandina mefrezeryên xwe ji  Kurdistanê bo Çiya. Mam Celal serdana Lîbyayê kiribû. Wan soz dabûn wî ku eger em şoreşê destpê bikin, ew ê hemû berpirsiyariya darayî bigirin ser xwe. Sovyetiyan jî dixwest ku şoreş li Kurdistanê ji nû ve destpê bike. Prîmakov li Beyrûtê bi Mam Celal re hevdîtin kiribû û wan soz dabû ku alîkariya me bikin, bi şertê ku nehênî be. Ev yek bû sedem ku em biryar bidin ku têkoşîna çekdarî ji nû ve bidin destpêkirin. Di wê gavê de, hikûmeta Baasê şaştiyek dîrokî kir, ew jî şandina kak Omer Debabe bû cem Mam Celal li Sûriyeyê û dayîna hin pêşniyaran, lê li şûna ku bersiva pêşniyaran bide, Mam Celal talîmat da wan ka meriv çawa bi Elî Eskerî û Dr. Xalid re li hev bikin ku herin çiya û dest bi şoreşê bikin.

Çaremîn: Faktorek din a zû destpêkirina şoreşê ew bû ku me name ji hevalên li hundir re şandin. Wan jî bersiv da ku hîn zûye ku em biçin çiyayan û şoreşê ji nû ve bidin destpêkirin, lê zemînek ji bo destpêkirinê heye. Divê ez vê jî bibêjim ku me ji wan re behsa kudetaya Iraqê ya ku wê biqewime kiribû ku wê rûbide.

Îca bila ez tiştekî din li ser vê yekê ji we re bêjim: Niha hin birader hin tiştan dibêjin ku bi rastî heq nîne ku ew bi vî rengî nefikirin. Rast e ku kak  Newşîrwan di destpêka sala 1977an de vegeriya û dû re Mam Celal di 20ê Tîrmeha heman salê de vegeriya. Lê berî wê, me yekem mefrezeya Badînan di bin serokatiya şehîd Îbrahîm Ezzo de şand welêt. Ji ber vê yekê ew hemî ji ber komploya serokatiya demkî (qiyade mueqete) hatin şehîd kirin.

Lêbelê, em naxwazin înkar bikin ku biraderên li welêt di ji nû ve destpêkirina têkoşîna çekdarî de rolek girîng lîstine, nemaze ji ber ku biraderên tevgerê ku xelkekî naskirî bûn û bi hejmar zêdetir bûn di destpêka têkoşîna çekdarî û şoreşa nû de rolek girîng lîstine.

Girêdana qonaxan bi hev re û erkên niha ên YNKê

 Omer Şêxmûs: Ez ji bo kongreya sêyemîn a YNKê hatibûm vexwendin û ez serokê lîjneyekê bûm. Di rapora xwe de, min behs kir ku divê em êdî ne hizba rabirdû bin. Ev ne tenê ji hêla min ve, lê di heman demê de ji hêla Mam Celal û biraderan jî tekezî li ser wê mijarê dikirin. Her çiqas rabirdûya me cihê serbilindiyê be jî, me şoreş kiriye û dîrok nivîsandiye. Lê tevî wê dîrokê jî, divê em bibin partiya îro û pêşerojê. Divê bername û planên me ji bo gelê Kurdistanê niha û di pêşerojê de hebin. Bi taybetî, em di demên berê de hêzek çepgir a radîkal a niştiman û gelperwer bûn, paşê me xwe wekî hêzek sosyalîst dihesiband û paşê em bûn sosyal demokrat. Ev tê wê wateyê ku divê em li gorî rewşa nû hewl bidin ku ji bo xweşguzeraniya gelê xwe bixebitin. Em di dema têkoşîna çekdarî û piştî wê de hêza siyasî ya herî rewşenbîrtir bûn di Kurdistanê de.

Me girîngiyek zêde da perwerdehiya Pêşmerge û kadroyên xwe. Lêbelê, divê em veneşêrin ku gelek kêmasiyên me hebûn. Ji ber vê yekê, ez dikarim bibêjim ku erkên nû yên niha ên YNKê ev in:

Yekem: Divê em bi plan û bernameyek taybetî bibin hizba niha û pêşerojê. Ev tê vê wateyê ku em bêtir li ser mijarên civakî û wekheviya zayendî navbera jin û zelam de bixebitin.

Duyemîn: Divê di hemî warên rêxistin û rêveberiyê de rol û derfetên zêdetir bidin jinan.

Sêyem: Divê em li ser mijara hejariyê bixebitin û alîkariya xelkê hejar bikin û asta jiyana wan baştir bikin.

Çaremîn: Divê em valahiya mezin a di perwerde û tenduristiyê de di navbera çînên civakî de, nemaze li deverên bajarî û gundan, ji holê rakin. Me di wextê xwe de ew alî pir pêş dixist.

Pêncemîn: Yek ji erkên herî girîng ew e ku em balê bikişînin ser pêşxistina bajarokan û gundên Kurdistanê.

Ji hêla siyasî ve, me dixwest mînakek baş bidin, xwedî ezmûnek demokratîk û me hukumraniyek baş hebe. Her wiha me dixwest ku em piştrast bikin ku gendelî tune û li Kurdistanê aştî berqerar be.ji ber wê jî dibe ku me paşekişî di gelek tiştan de kiribe ji bo hêzên din ku dibe ez hinekan ji wan rast bibînim û hinekan jî nerast. Lê ji bo avakirina aştiyê li welêt û ji bo ku xelk bi aştî bijîn û welatên din werin veberhênanê li Kurdistanê bikin, min ew bi gavek girîng dîtiye. Ji ber vê yekê, heke hûn li rewşa Kurdistanê piştî rêkeftina stratejî ya Aborî ya Kurdistanê binêrin ka rewşa wê çiqas baş bû û refah hemû herêman vedihewîne. Lê ya ji hemûyan girîngtir ew bû ku giraniya siyasî bo milletê Kurd peydabû û di pêvajoya siyasî ya Iraqê de bûn karakterek y girîng. Me giraniya Mam Celal di mijara yekîtiya Iraqê û navbeynkariya di navbera hêzên nakok de dît. Ji bilî wê, me rûyê geş ê tevgera Kurdayetiyê nîşanî cîhanê da.

Peywendiyên derve ji bo YNKê girîng in

Çend kanalên me yên pir girîng hene ku van têkiliyan vejînin û xurt bikin:

Yekem: Em beşekin ji Sosyalîst Înternasyonal in û xwedî pozîsyonek serokatiyê ne. Wextekê Mam Celal bû, û niha kak Bafil Talebanî ye. Ev dikare wekî kanalek û giraniyek mezin ji bo xurtkirina têkiliya me xizmet bike. Di sala 2008an de, di civîna Sosyalîst Înternasyonal de li Yewnanistanê, ku ez li wir bûm da ku alîkariya Mam Celal bikim, me li hev kir ku çend civînan bînin Kurdistanê. Lê belê mixabin, kongre ji ber rewşa Iraqê me nekarî bînin Kurdistanê. Ji ber vê yekê, divê em li ser vê siyasetê berdewam bikin û ew di têkiliyên siyasî de ji bo me giraniyek mezin diafirîne.

Duyemîn: Di pêwendiyên derve de, neheqiyek zêde bi navê Hikûmeta Herêmê ji aliyê hêzên din ve li YNK`ê hatiye kirin û bi dîtina min nabe ji wê zêdetir destûrê bidin wan. Berê, YNK û PDK di hemî şandeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de wekû hev hebûn, lê niha ne wisa ye?!

Sêyemîn: Ji ber vê yekdestdariyê, YNK niha bi cuda pêwendiyên xwe li derveyî Hikûmeta Herêmê ji nû ve destpê kiriye.

Çaremîn: Giringîdan bi rêxistinên derve dikare bibe faktorek girîng di lobiyê, nûkirina têkiliyan, nûnertî û piştgiriya ji bo Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê.

Ji ber vê yekê, bi taybetî li her welatekî Ewropî bi taybetî girînge ku saziyek YNKê hebe ku û nûnertî û temsîla hizbê bike.

Ez ji berdewamiya Rêbaza Nû dilxweşim

Berî her tiştî, ez dilxweşim ku we kovara (Rêbaza Nwê) dîsan vejandiye. Ji ber ku Rêbaza Nwê beşek ji têkoşîna destpêkê ya damezrandina YNKê bû. Wî demî me bîr li vê kir û me bi baş dizanî ku me organeke ragihandinê ya kurdî û erebî hebe. Di sala 1977an de jî, me (The Spark) bi Îngilîzî derxist. Ez bi wê yekê dilxweşim ku kovar xwedî siyasetek xwe ya zelal heye û li ser mijarên fikrî, rewşenbîrî û siyasî dixebite û xetek xwe ya diyar ji bo aşkirakirina wan babetan heye ku ji bo kadroyên YNK di niha de pêwîstin.

Wekî din, ez kêfxweş bûm ku min bihîst ku Akademiya Perwerde û Pêşxistina Kadroyan ji hêla Navenda Lêkolînên Giştî ve hatiye vekirin û hejmareke mezin ji ciwanan wergirtiye. Ez hêvî dikim ku dema ez vegerim serdana akademiyê bikim. Wekî bîranînek, di destpêka sala 1979an de, Mam Celal û kak Newşîrwan û Dr. Mehmûd û min di gera yekem a kadroyên YNKê de li Newzang wane daye.Vê dawiyê li Navenda (Jîn) ji min re hat gotin ku me kaseta wê xolê li cem wan parastiye. Ev ji bo min hestek pir xweş bû. Ez hêvî dikim ku di qonaxa nû ya Akademiya Perwerde û Geşepêdanê de bikaribim çend semîneran bidim.

Wergêr Ji Soranî / Dawûd Çîçek

XELAT/Rêbaza Nwê