Helbestvan Anahîta Sîno bû mîvanê bernameya Jiyana Kurmancan
Bernameya jiyana kurmanca li ser kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê di beşa hunerê de tê nîşandan.
Îro 29/1/2025 danê sibehê di demjmêr 11an de hate weşandin ku ji aliyê Roşîn Serêkaniyê ve hat pêşkêşkirin.
Mîvanê xelaka îro helbestvan (Anahîta Sîno) bû, ku ji Rojavayê Kurdistanê ji bajarê Qamişlo beşdarî bernamê bû, Anahîta Sîno ji xelkê bajarê Serê Kaniyê ye û niha li bajarê Qamişlo dijî.
Anahîte behsa jiyana xwe ya hunerî kir di dema li Serêkaniyê bû her weha heta çû Qamişlo û wê behsa destpêka nivêsandina helbest û çîrokan û çiqas zehmet bû çapkirna û belavkirina pirtûkan di dema rêjîma Sûriyê ya berê de û bi taybetî rewşa jina kurd li Rojava.
Her wiha helbestvan Anahîta Sîno behsa êşa dûrbûna ji bajarê xwe kir û hêviya vegera li warên xwe kir.
XELAT/ Roşîn Serêkanî