Gelawêj Xan li beşa dîrokê ya Zanîngeha Silêmaniyê

Gelawêj Xan li beşa dîrokê ya Zanîngeha Silêmaniyê

Li zanîngeha Silêmaniyê cara yekêye projeyek lêkolînê ya derçûnê ji bo rola siyasî û rewşenbîrî û çandî ya Xanim Gelawêj tê veqetandin.

Bi çavdêriya profîsor doktor (Eta Şêx Seyda) , Akam Xelîl Mihemed xwendekarê beşa dîrokê ya Koleja Zanistên Mirovî ya Zanîngeha Silêmaniyê qonaxa çaremîn a lêkolîna xwe ji bo têkoşîna siyasî û çandî ya Xanim Gelawêj veqetandiye,

Lêkolîna wî bi navê (Rola jinan di warê siyasî û rewşenbîrî û çandî li başûrê Kurdistanê di sedsala 20-21 wek nimûne Gelawêj xanim).

Di vê derbarê de xwendekar Akam Xelîl Mihemed  ragihand ku Berî her tiştî divê em li xwe mikur bên ku di warên civakî û çandî yên civaka Kurd de lêkolîn û çavkaniyên zanistî kêm in. Çavkaniyên li ber destê me vedigerin nivîskarên biyanî yên ku serdana Kurdistanê kirine û tiştên balkêş nivîsandine. 

Got jî Gelawêj Xan di warê edebiyat û çanda kurdî de xwedî zaniyarîyekî mezin bû û bandoreke mezin li ser wêjeya kurdî jî kir û kesayetiyek siyasî û edebî bû, lê xebata siyasî beşek ji dîtinên wî bû.

Belkî wêneyekî 4 kesan û mirovên ku li dersê dişixulin be