Stranbêj Hîwa Akreyî: Huner di xwîna min de ye

Stranbêj Hîwa Akreyî: Huner di xwîna min de ye

Stranbêjê Kurd û kurê bajarê Akrê ya Başûrê Kurdistanê (Hîwa Akreyî) dibêje, di temenê zaroktiyê de huner ketiye di xwîna wî de.

Hîwa Akreyî, sala 1991`ê hatiye dinyayê û di sala 1992-1993 ku temenê wî 2 salî bûye koçberî derveyî Kurdistanê bûne û li welatê Danîmarkayê bi cih bûne.

Stranbêj Hîwa Akre ji malpera  (NSE) re ragihandiye ku, Huner di temenê zaroktiya wî de ketiye di xwîna wî de ji ber ku binemala wan huner dost bûne û bi taybetî jî bapîrê wî (Mihemed Ebdulah Akreyî)  huner dost bûye û karîgerî li kesayetiya wî jî kiriye. Di heman demê de bapîrê wî xizmeta gelek hunermdan kiriye.

Hîwa Akreyî amaje bi wê yekê dike ku karê hunerî li Ewropa gelekî bi zehmete, ew tiştê ku hunermend pêdivî pê heye li Ewropa nayê dîtin. Jiber wê hunermend berê xwe didin Kurdistanê ji ber ku rihê wan ya Kurdîtiyê li welat geş dibe.

Sekoya Kurmancî