Serokê YNK: Divê mafên Kurdan li Sûriyeya nû bên parastin

Serokê YNK: Divê mafên Kurdan li Sûriyeya nû bên parastin

Bafil Celal Talebanî serokê YNKê ragihand: Divê mafên Kurdan bên parastin û kurd bibin parçeyekî girîng di avakirina Sûriyeya nû de.

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî pêşwaziya şandeke pilebilind a Rûsyayê bi serokatiya Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsyayê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Efrîqa û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîkaîl Boxdanov kir.

Di hevdîtinê de herdu aliyan pêşhatên siyasî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn û Êraq û bi taybetî Sûriyê gotûbêjkirin û tekez li ser parastina ewlehî û aramiya navçeyê hat kirin.

Bafil Celal Talebanî diyar kir ku; Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin û mekanîzmayên niştimanî ji bo derbaskirina pirsgirêkan û parastina mafên hemû pêkhateyan bi taybetî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bên pejirandin.

Serokê YNK`ê tekez jî kir ku; Divê rêz li vîna û mafên hemû netew û civakan bê girtin her weha bi taybetî mafên kurdan bên parastin ku bibin parçeyekî girîng di avakirina Sûriyeya nû de.

XELAT