Goreke komî ya Kurdên Enfalkirî hatiye dîtin

Goreke komî ya Kurdên Enfalkirî hatiye dîtin

Îro yekşem 22/12/2024, Xanima Yekem a Êraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed dîtina goreke komî li çola parêzgeha Semawe ragihand ku tê payîn rufatên jin û zarokên enfalkirî yên Kurd têda hebin.

Şanaz Îbrahîm Ehmed bi daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku, ew gora komî ku li çola (Til Şêxiyê) ya ser bi parêzgeha Semawe hatiye dîtin di encama karê berdewam ya zêdeyî heftiyekê bûye.

Her weha hatiye gotin ku tê payîn ew gora bi komî rufatên jin û zarokên enfalkirî yên kurdan têde ne, ji ber ku cilên reng û reng têde hatine dîtin.

Ev gorên komî yên sala 1988`an e ku ji aliyê rêjîma baas ya Êraqê ve hatine kolandin û jin û zarok û pîremêr û pîre jinên kurdan bi saxî hatine binax kirinê.

 

XELAT