Bafil Talebanî: Pêwîste rêz li xebata Kurdên Rojava bê girtin
Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî ragihand, divê rêz li qurbanîdan û xebata gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bê girtin û beşdarekî rasteqîne bin di avakirina Sûriyeya nû de.
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Almanyayê, bi Endama Komîteya Parastinê ya Parlamentoya Fransa Nataliya Pozîryêv re civiya.
Di hevdîtinê de Bafil Celal Talebanî bal kişand ser pêwendiyên dîrokî yên di navbera Fransa û gelê Kurd de bi taybetî digel YNK`ê û rewanşad Serok Mam Celal de û bi taybetî ew helwêstên dilsozane ya xanim Daniyel Mîteran di hemû qonaxên dijwar ên têkoşîna gelê Kurd ku piştgiriya mafên gelê Kurd dikirin û diparastin. Bafil Talebanî got: Em ti carî hevalên xwe yên bi me re bûn û pişta xwe ji me re nezivirandin ji bîr nakin.
Di beşeke din ya wê hevdîtinê de, her du aliyan li ser rewşa Rojhilata Navîn bi taybetî Sûriyê û pirsa Kurd li Rojavayê Kurdistanê, nêrînên xwe parvekirin, Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî tekezî li ser parastina mafê hemû netewe û pêkhateyên kiriye di çarçoveya Sûriyeya nû de.
Bafil Celal Talebanî got: Divê rêz li qurbanîdan û xebata gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bê girtin û beşdarekî rasteqîne bin di avakirina welatê xwe de.
XELAT

