Hêroxan, Şajina Ragihandinê ya Bajar û Çiya

Hêroxan, Şajina Ragihandinê ya Bajar û Çiya

Digel bîranîna salvegera rojnamegeriya kurdî de nabe meriv navê şajina ragihandinê a bajar û çiy jina kurd jibîr bike ku ew jî Hêroxan e.

Hêroxan ew jina Kurd a wêrek bûye ku digel serhildana şoreşa nû de dest avête teknîkekî nû ku wek şoreşekê bû ew jî ragihandin bû ku li şûna çek kamîra danî ser mile xwe.

Wênegir û rojnamevana jin a pêşmerge û şoreşger li ser çiyayên Kurdistanê Hêro Îbrahîm Ehmed bi boneya 127`mîn salvegera rojnamegeriya Kurdî ez wê jî pîroz dikim.

Hêro Îbrahîm Ehmed di derbarê rojnamegeriya kurdî de wiha digot ku emê her dem baweriya xwe bi rojnamegeriya azad bînin û piştevaniya rojnamevanan bikin. Emê li ser rêya pîroz a ku Mam darijtiye û projekiriye berdewam bike.

Wek tê zanîn ku Dade Hêro Xan yekek ji wan wêniger û rojnamevanên herî naskirî û pêşketî di nava xebatên çiyayên Kurdistanê bû.

Xwedana bîrokeya alîkarî û xizmetkirina rojnamegeriya kurdî ye, bi riya damezrandina kenala ezmanî a Kurdsatê dikarî xizmeteke pir baş û pak ji bo vejandina çand û huner û rojnamegeriya kurdî a resen bike

Dade Hêro bi xwe jî hem keça rojnamegerê mezin ê kurd nemir mamoste Îbrahîm Ehmed û ronakbîra mezin a kurd Gelawêj Xanê ye û hem hevjîna rojnamevanê mezin rewanşad serok Mam Celal e.

Bi destpêkirina rengên jiyanê yên bihara Kurdistanê ya xweşbîn û rengîn, gupik û kûlîkên bax û baxistanên welatê rojê pişkiviyan û rojanameya Kurd ya bi navê Kurdistan jî di mêjk û hizrên gelê me de, vejiya û bîranîna wê her sal di 22 nîsanê de te pîroz kirin.

 Hozan Efrînî

Xelat