Hunermenda Kurd Hêvîn Efrînî: Bajarê Silêmanî ji bo min serkeftinek hunerî bû

Hunermenda Kurd Hêvîn Efrînî: Bajarê Silêmanî ji bo min serkeftinek hunerî bû

Hunermenda Kurd Hêvîn Efrînî ji rojnameya Xelatê re weha behsa xwe dike: Navê min Hêvîn Sadiq Kêlo ye û navê min yê hunerî jî ez bi (Hêvîn Efrînî) têm naskirin. Ez ji gundê Alîkarû ya navçeya Bulbulê me û di sala 1978`an li bajarê Helebê jidayik bûme.

Ez di malbateke Kurd a Efrînî de ku ji deh birayan pêk tê de mezin bûm, bi bavê xwe yê ku jiyana xwe ji bo xizmeta doza Kurd di ronahiya zilm, zordarî û çewisandinê de terxan kiribû, û dayîkek bi hêz ku di her şert û mercên jiyanê de li bajarê Helebê li kêleka bavê min bû.

Derbarê jiyana xwe ya zaroketî jî, Hêvîn Efrînî dibêje:”Ji zarokatiya xwe de malbata min jêhatiya min a stranbêjiyê nas kirin û di heft saliya xwe de ez ji aliyê malbata xwe (bapîrê min rehma Xwedê lê be, xaltîk, mam û hevalên bavê min) hatin dorpêçkirin û moral dan min, dema ku ez bûm neh salî, min çend stranên hunermendê nemir Mihemed Şêxo, Gulistan Berwer û Eyşeşan ezber kiribûn.

Bi vî awayî, her ku ez mezin bûm, ez evîndarê stranbêjiyê bûm, ji ber ku min xwe li ber çavê dê û bavên ku ji Kurdistanê hez dikin û di nav kar û barên doza me ya kurdî de, ku ji mafên me yên qanûnî bêpar bûn dît. Di deh saliya xwe de ez tevî hevalên bavê xwe tevlî şanoyê bûm û di nava du salan de me şanoyek ji çîroka Kawayê Hesinker pêşkêş kir û em li hemû gundên Efrînê geriyan da ku wan pêşkêşî gelê xwe bikin. Lê ji ber hezkirina min a ji stranbêjiyê re, min biryar da ku ez tevlî koma zozan a kevnar bibim û bi hevalên bavê xwe re bibim û bi hevalên xwe re di gelek şahiyên neteweyî yên wekî Newroz, roja jinan û rojnemavan û cejina Karkiran me kar dikir ez çar salan endamê Koma Zozan bûm.

Hunermend Hêvîn Efîrnî weku hemû gelê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê ji welatê xwe koçber bû demekê li bajarê Silêmaniyê dibe penaber û weha tîne ser ziman:”Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, du salan de di Newroza 2013 û 2014ê de roja rojnamevaniyê û roja jinan ez beşdarbûn û hevpeyvînên min bi televizyon, radyo û kovaran re hebûn.”

Folklora Kurdî Li ser vexwendina Hunermend Mezher El Xaliqî li Peymangeha Teknîkî arşîveke min hat tomarkirin û pênc stranên folklorî yên Efrînê bi dengê min hatin tomarkirin.

Di van hemûyan de xelata vexwendina min ji rojnamevan birêz Hozan Efrînî, bû lê eger ew jiyana min dijwar nebûya, ez li bajarê Silêmaniyê dimam, ji ber ku bi hunerî min hembêz kir û min bala rewşenbîrên wir kişand û ji bo min bajarê Silêmanî serkeftinek hunerî bû ku min hêviyên xwe û zaroketî di riya sitranan re ez bi doza kurdî xuya bikim ....Lê mixabin.

Hunermend Hêvîn rêya xwe ya penaberiyê didomîne û weha pêde diçe: “Di dema ku ez li Stenbolê penaber bûm, çendîn beşdarên min yên hunerî jî hebûn, lê dema ku ez bi rêya deryayê çûm Yûnanistanê û tevî zehmetiyan tevî malbata xwe hatim, lê tevî ku li kampê penaber bûm, bala min li ber çavan hat girtin. aktîvîstên hunerî ji welatên ewropî, ku ez beşdarî gelek şevbuhêrkan bûm, dema ku min axaftin kir, di çend radyoyan de vexwendinname ji Neteweyên Yekgirtî hat kirin ku li ser adet, kevneşopî û stranbêjiya kurdî biaxivin, wek Radyoya Kolombiya, Îtalya û Almanya.”

Di heman demê de bextê min hebû ku bi amadebûna Balyozê Niyazpak û gelek kesayetên navneteweyî li Opera ya bajarê kevnar Selanekî di nav temaşevanên herî mezin de bûm û li wir bi navê Kurdistanê û cil û bergên xwe yên kurdî li xwe û her weha çûm avahiya Radyo û Televizyona Yunanîstanê û stranên welatparêziyê min gotin û min behsa êş û azarên penaberên Kurd kir û ev yek dê bibe bûyera herî girîng di jiyana min a hunerî de.

Hunermend Hêvîn Efrînî niha li Almanya dijî û berhemên xwe yên hunerî zêde kirin û gîhandiye 14 berheman, "Min piştgirî tenê ji helbestvanan girt û vê gavê ez di nav civata hunerî de me, ji ber ku ez bêhêvî bûm ji tenêtiyê dikişînim, belkî sazî û sendîkayek me ya hunerî tune ku karê me bi xwe bide pejirandin. Ji ber şert û mercên aborî yên kêm bi çêkirina stranên xwe û li vir hêviyên min ên hunerî şikestin, li Kurdistanê ezê bighîştima xeyala xwe ya hunerî, lê li Ewropayê min qîmetek ji bo hunermendek jin nedît." Hêvîn weha dibêje.

Di derbarê hunermendên jin ên Kurd yên kevnar de jî Hêvîn diyar dike ku, ew ji hunermendên jin ên di demên kevnar de hez dike, ji ber ku xwedî kesayetek xurt û hebûnek cihêreng bûn û got;”Dengekî şîrîn û zelal di hemû şêwe û cureyên wê de yek ji stûnên muzîka Kurdî  ku bandora wê li ser min bu  dengê hunermanda nemir (Eyşaşan) min dûr dibe û hestê min dilerizîne  ji ber deyka min çêroka zehmetiyê wê ji min re digot û her roj guhdarî dikir û ez li ser dengê wê mezin bûm.”

Li ser rewşa hunerê di vê demê hunermend Efrînî weha dinirxîne, "Berê huner neynika rastiyê bû, îro jî bûye berovajîkirina rastiyê, huner jiyana rast dihewand, nizanim jiyana me ya niha ev qas kêm bûye, ku ew vê hunera  pêşkêşî bikin. Hunera xweş li dema xweş, û hunermendê rast ew e ku biryarê dide çawa vegere vê hunera ku me winda kiriye. Divê ev nifş li ser naveroka wê bifikire, gelo dê bi kêrî civakê were?  Dê şop û bandorekê li ser bîner bihêle?  Ma ew ê tiştek nebîrkirî pêşkêşî bike?  Ji ber vê yekê, li gorî nêrîna xwe ya kesane, ez pir hindik hunermendan dibînim ku berhemên xwe bi rengekî ku bala guhdarê rast bikişîne pêşkêş dikin.

Li ser mûzîka Kurdî û derfetên ku niha heyî hunermend Hêvîn Efrînî dibêje: Dîroka me dîrokek zengîne bi taybet di warê mûzîka kurdî yê ku di zankoyan de mûzîkê bixwîne bêgoman wê ne wek yê ji xwe ber di bin wan gef û tirsa em têde dijîn hînî stiran û mûzîka xwe dibûn…  Nifşê nû ku hemî derfet li ber wan vekirîne mixabin beşek mezin ji nifşê meyê nû van derfetên îro li ber destê wan ne paşguh dikin… Ez gelek caran ji xwe re dibêjim sed xwezî hindek ji van derfetên îro li ber destê me heyîn di serdema me de heban…  Pir giringe mirov hînî dîroka xwe rewazên xwe folkilorê xwe bibe… Folkilorê me pir zengîne deriyake çiqas mirov jê vexwe ne dawiya wî tê nejî mirov jê têr dibe….

Di dawiya axaftina xwe de bang li yekitiya hunermendên kurd li Ewropayê dike ku bi taybetî ji ber ku hunermendên kurd ji kêmasiyan gelek êş û azaran dikişînin, Hêvîn dibêje: Ez li vir banga hezkirin û nêzîkbûna hunermendên Rojava dikim û ji ber ku em kurd in, bi çavê partîtiyê li hunerê neyê temaşekirin, ji ber ku huner berî partî ava bûya, bi gel re hat afirandin, bila em di her warî de dilsoz bin.

XELAT