Tîl û Dêrxas li parêzgeha Mûşê

Tîl û Dêrxas li parêzgeha Mûşê

Nivîs: Ebdulrehman Onen

Tîl li ser Deşta Mûşê ye, Xelat û Norşên li rojhilatê Tîlê dimînin, Dêrxas li başûr, Kop jî li bakurê Tîlê dimînin.

Li Kelereşê keleyek heye, ji derve ne wek avahîyekê wek zinarekî xwiya dike. Navê kelê jî wek yê gund û çem Kelereş e. Tê gotin ku di bine erde re ji kelê heta ber gund û Çemê Kelereşê rê hebûye. Çemê Kelereşê di ber vê keleyê re derbas dibe û diçe li Dêrxasê tev li Ava Reş dibe. Ji gelîyê ku Çemê Kelereşê tê re derbas dibe re Newala Kelereşê tê gotin. Zozanê Teco li nêzîkî Çemê Kelerşê, li rojavayê Norkaxakê dimîne, li vî zozanî şikeftek heye. Li Pizonga (Çınarardı) jî hin şikeft hene.

DÊRXAS:

Navçeyên Bedlîsê Mûtkî û Norşên li başûr û rojhilatê Dêrxasê dimînin, Mûş û Tîl jî li rojhilat û bakurê Dêrxasê dimînin. Ava Reş ji hêla bakurê rojhilat, ji Norşênê dikeve nav Dêrxasê, çemên Kelereş û Norkaxakê li Dêrxasê digîhêjin ser hev û tev li Ava Reş dibin, Ava Reş li ber Mîgrakomê dikeve sînorê Tîlê û paşê di ber balafirgehê re diçe digîhêje Mûradê.

Li Dêrxasê eşîra herî mezin Eşîra Bidrî ye, ji sedî 80yê Dêrxasê Bidrî ye. Derveyî navenda Dêrxasê ev gund jî Bidrî ne: Şimlag, Cotik û Bindeq, Kolosîk, Têxsimêr, Erîştêr, Mîgrakom û Zixak. Hin gundên li ser navenda Mûşê jî Bidrî ne: Vêlarinc, Havadorîk, Marnîg (anuha bûye mezreya Vêlarincê), Soxkom, Elîzurum û Norşêna Fireng. Tevî ku Bidrî wek eşîreke Ereb tê zanîn jî piraya wan bi Kurmancî dipeyivin. Derveyî navenda Dêrxasê gundên Bidrî yên bi Erebî dipeyivin ev in: Şimlag, Havîdorîk û piraya Norşêna Fireng.

Bidrîyên bi Erebî dipeyivin jî bi Kurdî zanin, lê yên Kurd bi Erebî nizanin. Taybetîyeke Bidrîyên Ereb jî ev e ku stran, mewlûd û heta nêta wan ya rojîyê jî bi Kurdî ne...

XELAT