Salvegera Avabûna bajarê Qamişlo

Salvegera Avabûna bajarê Qamişlo

Bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê roja 20 tebaxê 1926`an hatiye damezrandin.

Nivîskar û dîrokzanê Kurd Konê Reş li ser rûpela xwe ya torên civakî bi vê boneyê weha nivîsiye:

"Sibeha te bixêr Qamişlo! Ewê ku ji bajarê xwe hez neke, nikare ji bajarên xelkê din hez bike… werin em bihevre ji bajarê xwe hez bikin….

Îro (20) tebaxê bîranîna derbasbûna 98 salan bi ser damezrandin û avabûna bajarê Qamişlo re derbas dibe..

Bajarê Qamişlo di hin jêderan de bi (Bûka Cezîrê) yan (Kalîforniya Rojhilat) tê binav kirin..

Bajarê Qamişlo roja 20 tebaxê 1926`an ya piştî zayînê ji aliyê Fransiyan ve hatiye ava kirin li ser zeviyên 2 kîlometre li başûrê bajarê Nisêbînê  hatiye avakirinê…

Di vî bajarê de kesayet û cilûberg û ziman û zarava û ol û mezheb û irf û adatên cuda li hev kombûne.. werin em ji bajarê xwe hez bikin û mûzayîka wê ya bedew û xweşik pêkve biparêzin…."

Hêjayî gotinê ye ku nivîskarê navdarê Kurd Konê Reş 5 pirtûk derbarê dîrok û erdnîgarî û civak û kultura Qamişlo de nivîsandine.....

Li gorî Wîkîpediyayê..  Qamişlo bajarekî rojavaya Kurdistanê ye. Bajar ne kevnar e ku li ser zemîneke dîrokî ye ku berî sînordanîna navbera Sûrî û Tirkiyê ji hêla Peymana Lozanê ve giredayî bajarê Nisêbînê ji bakurê Kurdistanê bû.

Li gorî Samiyê Mele Ehmedê Namî, li ser zimanê bavê xwe, dibêje ku: "Kolonîzên fransî di 20 tebaxa sala 1926an de bajarê Qamişlo bi endezyariyeke pir rast û dirûst û bi destê endezyarekî fransî hat danîn û avakirin". Zemîna ku Qamişlo li ser wê hatiye avakirin pan û fireh e. Li Qamişlokê yek balafirgeh heye ku 6 kîlometrê dûrî bajêr e.

Li nêzîkî Qamişlo, bi taybetî li devera Qereşokê, petrol heye. Qamişlo dikeve navbera bajarê Serê Kaniyê (120 km li Rojava), bajarê Dêrikê (100 km li Rojhilatê) û Hesîçe (85 km li Başûrê Rojava). 30 km dûrî Amûdê ye, ji Dirbêsiyê jî 60 km (li rojava), ji Tirbespî 30 km û Rimêlan 60 km (li Rojhilatê) dûr e….

XELAT