Silêmanî: Konferansa siyaseta tevlêkirina xwendina penaberan birêve çû

Silêmanî: Konferansa siyaseta tevlêkirina xwendina penaberan birêve çû

Îro 14-8-2024 li bajarê Silêmaniyê di hotêla Rotana de, Konferansa Tevlêkirina xwendina penaberan a Rojavayê Kurdistanê bi amadebûna nûnerên UNHCR, JCC Silêmanî , nûnerên perwerdeya Silêmaniyê û Encûmena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye û rêvebirên dibistanên kurdên Rojavayê Kurdistanê birêve çû.

Di wê konferasnê de, gotarê rêvebirê rêxistina PAO (Dr. Ezedîn) û cîgirê rêvebiriya perwerdeya Silêmanî mamoste (Omer Heme Elî) hat pêşkêşkirin.

Di dûr e, waneyek li ser kar û çalakiyên rêxistina PAOê hat nîşandan û piştre jî sîstema penelê dest pê kir.

Endamên beşdarî li penlê ev bûn:

(Baba Reseûl Xefrûr) berpirsê JCC Silêmanî, (Hozan Efrînî) serokê Encûmena Penaberên Rojavayê Kurdistanê û Rêvebirê plandanê yê Perwerda Silêmaniyê (Bextiyar Ehmed) û ligel (Renc Letîf Reşîd) rêvebirê rêxistina parastina zarokên Kurdistanê.

Di naveroka wê penelê de, rewşa xwendin û siyseta tevlêkirina penaberan ji Erebî bo kurdî û astengiyên li pêş wê û çareseriya guncaw bi awayekî zelal hat rojeva wê penelê.

Wêne: Amşe Ebulah

 

XELAT