126 Sal biser derçûna yekem rojnameya Kurdî derbas dibe

126 Sal biser derçûna yekem rojnameya Kurdî derbas dibe

22`yê Nîsana îsal 126 sal bi ser derketina yekemîn rojnameya (Kurdistan) re derbas dibe ku di 22/4/1898`an de herdu birayan (Miqdad Midhet Bedirxan û Ebdulrehman Bedirxan) li çapxaneya (Dar Elhîlal) li Qahîrayê bi alîkariya nivîskarê navdarê Ereb (Corcî Zêdan) hate çapkirin û bûye pêşengê rojnamegeriya Kurdî li Kurdistanê.

Rojnameya Kurdistan, yekemîn rojnameya Kurdî ya take kesî bûye û naverokek xwe ya wêjeyî û rewşenbîrî hebûye, ji ber ku Miqdad Midhet Bedirxan ronakbîrekî payadar bûye û zaniye ku kurd hikûmet nîne, her weha çi dezgeheke din ya hikûmetê nebûye ku erkê derxistina rojnameyekê bi zimanê Kurdî bigre stûyê xwe, ji ber hindê jî bi xwe destpêşxeriya yekemî rojnameya Kurdî kiriye.

Helbestên Hacî Qadirî Koyî gelekî bandora xwe li ser mîr Miqdad Midhet Bedirxan hebûye bi taybetî jî ku Hacî Qadirî li Stenbolê jiyaye û zaravaya Cerîde û Rojname di sala 1890`an bikar aniye û dibêje: "Qaîme û kes naykrêt be polî rojname û cerîde kewtine qîmet û şan".

Miqdad Midhet Bedirxan ji bo derxistina rojnamê çûye Misrê, çûnkî di wê serdemê de tu hêz û desthilatek nebûye piştgîriyê li Kurd bike, di wê serdemê de Misr li dijî desthilata Osmaniyan serî hildabû, azadî li wî welatî hebû, ji ber yekê malbata Bedirxaniyan bajarê Qahîre bi cihekî guncaw zaniye ji bo derxistina rojnameya xwe. Lê dema dewleta Osmanî pê zanî, rojname çûye Ewropa.

 Di hêjmara şeşem ya rojnameya Kurdistan, mîr Ebdulrehman Bedirxan dibe sernivîserê rojnamê û li sala 1899`an li Cinêvê hate belav kirin, ji wî demî de nivîsîn û şêwazê rojnameyê hate guherîn.

"Miqdad Midhet Bedirxan", kurê mîr Bedirxan paşa ye, sala jidayîkbûn û koça wî nayê zanînê. Sala 1891 çûye Misrê, sala 1898 li Qahîre pênc hejmar ji rojnameya Kurdistan belav kiriye piştre ew ji tirsa gefên (SultanEbdulhemîd ê Osmanî) vegeriya Stenbolê daku birayên wî rastî eşkence û zîndanîkirinê nebin, sala 1899`an digel (Elî Beg) birayê xwe hewl didin zemîneya şoreşeke netewî xweş bikin lê belê sernakevin.

Hindek ji dîroknasan dibêjin ku; Miqdad Midhet Bedirxan yek ji endamên çalak ên partiya (El-Itîhad û Tereqî) bûye sala 1906 li ew helwesta xwe ji Tirkiyê hate surgûn kirinê sala 1910`an piştî demekê ji ragihandina hikûmeta destûrî, li Stenbolê di damezrandina (Cem`iyeta Neşrî Me`arîfî Kurdî) beşdarî kiriye . her weha li gorî hindek çavkaniyê din jî Miqdad Midhet demekê bûye (Muteserif) parêzgarê bajarê Dêrsimê lê belê piştî wan salan tu tiştek derbarê jiyana wî de nayê zanînê.

Miqdad Midhet Bedirxan ji bilî ku, yekemîn rojnamevan bû û damezrênerê bizava Kurdiye, çapxaneyekî wî bi navê (Çapxaneya rojnameya Kurdistan) li Qahîre damezrandiye, ku bi yekemîn çapxaneya Kurdî tê hêjmartinê, Miqdad Midet Bedirxan ji bilî zimanê xwe yê dayîkê zimanê Tirkî û Erebî, Frensî jî baş dizanî.

 Li gorî hindek çavkaniyan, binemala Bedirxaniyan ser bi binemala Xalid Kurê Welîd`in ku yek ji serkirdeyên herî bi nav û bang ya serdema Îslamê bûne, ji ber wê jî hin caran bi binemala Xalid tên bang kirin.

Bapîrên Bedrxaniyan ji Erebistana Siûdî koçî Kurdistanê kirin û bajarê (Cezîra Ibn Umer) ava kirin Ji aliyê Îbrahîm Paşa ve (kurê Mihemed Elîyê Mezin) bi awayekî xerab têk çûbû.

Omer Paşa wek mareşalê Anatoliyê hat tayînkirin û ferman da ku artêşekê li dijî mîrê kurd ava bikin. Nêzîkî şeş mehan hat sirgûnkirin û hişt ku Mîr Bedrxan bi xwe re bigre ku di tepeserkirina serhildana 1856 de, Mîr Bedirxan tê xelat kirin û rê didinê ku vegere Stenbolê û di sala 1866 de, piştî deh salan 1870, Bedrxan li Şamê nîştecih dibe. Bedirxan Paşa li gundê Salihiyê ku saetekê dûrî Şamê paytexta Sûriyê , li nêzî tirba Selahedîn hate veşartin.

Di sala dawî ya jiyana xwe de ji bo yekbûna welatê xwe çûye Rûsyayê. Herdu Bedirxaniyên ku li pey vê pêlê ketine ev in: Kamil Beg û Ebdulrezaq Beg. li Tiblîsê, Gurcistanê bû.

Ebdulrehman Begê Bedirxan, ku yek ji endamên herî nûjen ên malbatê bû û sernivîserê yekemîn rojnameya kurdî bû, yek ji endamên şanda kurdî bû ku yekemîn konferansa ciwanên Tirk Bat di sala 1902 de li Parîsê hat lidarxistin. Rahman Bedr Xan yanzdeh salan li Swîsreyê jiya û li wir zewicî. Di şerê navbera tirk û Yûnanan de wek waliyê Adenê hat tayînkirin, li wir pir baş tevdigeriya û biryar da ku mehê 200 lîre bide.

Saziya Çap û Belavkirinê ya Bedirxan, saziyeke hunerî ya rojnamevaniya giştî ya azad, di sala 2000 de li Silêmaniyê hatiye damezrandin.

Li gor malpera dazgehê, Ji bo rêzgirtina ji vê malbatê re, navê saziyê kirine Weşanxaneya Bedirxan.

Çalakiyên Weqfa Bedirxan bi kurtî:

- 1.emîn Festîvala Bedirxan- Silêmanî 21-22/4/2

- 2.emîn Festîvala Bedirxan- Duhok 21-22-23/4/2

- 3.mîn Festîvala Bedirxan - Hewlêr 21-22-23/4/2

- 4.mîn Festîvala Bedirxan - Berlîn 22-23/4/2

-5.emîn Festîvala Bedirxan - Qahîre 21-22/4/2

- 6.emîn Festîvala Bedirxan - Yewnanistan 19-20/10/2

-7.emîn Festîvala Bedirxan – Amerîka 29-30/6/2

-8.emîn Festîvala Bedirxan – Parîs/Fransa  10/7/2011.

9.emîn Festîvala Bedirxan – Gurcistan – Tiblîs 21- 23/3/2012

Çend seferên rojnamevanî li van welatan kiriye: Îran, Almanya, Swêd, Fransa, Brîtanya, Kurd di Sedsala 21ê de, Yewnanistan, Girîtê Sana - Salane beşdarî pêşangeha pirtûkan a navneteweyî li Frankfurtê dibe û

Ansîklopediya Hewlêrê diweşîne . Ansîklopediya Hewlêrê” ji 10 cildan pêk tê, zêdetirî 10 belgefîlman hatiye çêkirin.

 

Amadekirin/ Dawûd Çîçek

XELAT- PUKMEDIA