DERÎ VENEKIR   

DERÎ VENEKIR   

Helbestvan: Hinara Tajdîn

   

Hêlîn xiravkir, mal min wêran kir,

Konê xwe barkir, dilêm rezîl kir,

Min çawa jî kir, te min hiznekir

Derê dilê xwe ber min venekir.

Nikarim kerrkim hestên dilê har,

Cênîk sipî kir, kal û extîyar kir,

Ez kirme evdal, hejar û jar kir

Mift û kilît kir, derî venekir. 

Kire lat, zinar derî, pencere,

Avirê wê bûn şûr û xencere,

Kîn  davîte min hertim, her care

Ser wê kirna wê bûme bêçare.

Geryam li şevan, yêrê kal, bavan,

Bûm tîr, kewanê destê nêçîrvan,

Min xeyîdî bûn kenên dev, lêvan

Û herimî bûn xew, xewnên şevan...

 

Xelat