Rojîn: Hunera nîgarkêşiyê li Rojava wekî hunerek pîroz tê naskirin

Rojîn: Hunera nîgarkêşiyê li Rojava wekî hunerek pîroz tê naskirin

Rojîn wênesazeka penabere ji bajarê Qamîşlo ya Rojavayê Kurdistanê ye ku bi salan e li Hewlêrê dijî. Wê pêştir du pêşangeh li Hewlêrê û Silêmaniyê vekirine û beşdarî gelek pêşangehên din ên hevbeş bûye.

Rojîn Hacî Hisên, hunermendek navdar a ji Qamîşlo, ji rojnameya Kurdistanî Nwê re got: "Ez li bajarê Qamîşlo ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûme. Min ji Beşa Endezyariya Komputerê ya Zanîngeha Helebê mezûn bûme, ji zarokatiyê ve heweseke min a taybetî ji bo hunerê heye. Li dibistana seretayî, mamosteyên min her gav ez teşwîq dikirin ku ez bêtir bala xwe bidim hunerê.

Di temenê çardeh saliya xwe de, ez beşdarî çend pêşbirkên wênekêşiyê li Sûriyeyê bûm û di hemî parêzgehên Sûriyeyê de pileya yekem bi dest xist, ku ev yek ez teşwîq kirim ku ez bêtir bala xwe bidim wênekêşiyê û hunera xwe pêş bixim.

Rojîn dibêje:"Piştî destpêkirina Şoreşa Gelên Sûriyeyê di sala 2011an de, ez neçar mam ku di sala 2013an de koçî başûrê Kurdistanê bikim û li Hewlêrê bicîh bibim. Her weha tevî zehmetiyên jiyan û jiyana koçberiyê  ez berdewam bûm di hunera şêwekariyê û paşê, min du pêşangehên tabloyên xwe li Hewlêrê û Silêmaniyê bi piştgiriya Wezareta Çandê û hunerdostan vekirin. Wekî din, min beşdarî çend pêşangehên tabloyên hevbeş kiriye.

Di berdewamiya axaftina xwe de Rojîn got, "Naveroka piraniya tabloyên min li ser mirovahiyê ne, bi taybetî li ser Kurdan. Min çend tabloyên li ser êşa xelkê Helebçe û Şingalê jî çêkirine. Mixabin, li Herêma Kurdistanê mîna welatên din ên cîhanê daxwazek ji bo tabloyan tune ye, lê em ê berdewam bikin bi wênesaziyê û em dixwazin xewnên neteweya xwe û gelê xwe li her çar beşên Kurdistanê bi dest bixin da ku mafên xwe bi dest bixin. Wekî din, ez dixwazim bi rêya hunerê bala xwe bidim parastina folklora Kurdî û mîrata çandî ya dîroka Kurd.

Aşkira jî kir û weha pêde çû: Ez di tabloyên xwe de rengên cûda yên Kurdî yên bi akrîlîk re tevlihev bikar tînim, ji ber vê yekê karên min bêtir xuya dibin û daxwazek taybetî heye, û ez di tabloyên xwe de peyamên reşbînane bikar naynim û peyama bihara Kurdî û Cejna Newrozê radigihînim.

Xanima kurd Rojîn got: "Rola jinên Kurd li her deverên Kurdistanê pir baş e, lêbelê, em hêvî dikin ku kevneşopiyên civakî yên civaka me rê li ber hêz û şiyana keç û jinên Kurd negirin û bandorê li wan nekin û ew bi tevahî azad bibin, da ku ew karibin şiyanên xwe bixin xizmeta giştî û dengê jinên Kurd ji niha bilindtir be.

Di dawiya axaftina xwe de Rojîn tekez kir û got: "Dibe ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ji hêla civakî ve serbixwetir bin, ji ber vê yekê em dibînin ku gelek mêr û jin bi wênesazî û hunerên destan re mijûl dibin. Baldariyeke taybetî li ser wênesaziyê tê dayîn û ew bi gelemperî li Rojavayê Kurdistanê wekî hunereke pîroz tê nasandin. Sedemeke din jî ew e ku rêveberiya Rojavayê Kurdistanê bêtir girîngiyê dide şiyanên jinan, ku ev sedemek e ku jinên li wê beşa Kurdistanê di hemû waran de çalak bin û asta xwe bilind bikin.

Ji Soranî Dawûd Çîçek

XELAT/ Kurdistanî Nwê