Qewlê Carşema Sor
Helbest: Bella Sturki
Çarşema Serê Nîsanê
Gul û çîçek hatine meydanê
Tawisî Melek reyîsê îmanê
Çarşema Serê Nîsanê
Şêxadî şexalê Şemsa xweste dîwanê
Xwedê berê xwe da Êzîdxanê
Li ser me dibe ferza îmanê
Ewê eyda Kurdistanê
Nîsanê deng lê kir e
Bihara xwe dixemilîne
Bi kesk, sor, sipî û zer e
Tu hedê meha tune li ber min bide xeber e
Çarşem rojeke fadil e
Tawisî Melek afirandiye ji eşk û dil e
Bar tê nebe kesê ku xafil e
Deng yek e û hezar reng e
Ez im erda dewrêş
Li ser min digere çiqas rihliber, millet û cêş
Bila ji Xwedê û Tawisî Melek pêştir xwe nede pêş.
XELAT