Ger ku ji Erzirumê nebe, sedî sed ji Qersê ye…

Ger ku ji Erzirumê nebe, sedî sed ji Qersê ye…

Nivîsîn: İkram Oguz

Çend sal berê dîya hevalekî di dawîya emrê xwe da ji welat hatibû.

Li bajarekî Almanyayê, li mala lawê xwe çend meh bibû mêvan.

Rêwîtîya wê ya ji gund heta Erzirumê 5 saet, ji Erzirumê heta bajarê ku hatibû jî sê-çar saet kudandibû.

Ji gund heta Tatose li ser pişta hespê 2 saet, ji Tatosê heta Erzirumê jî bi otobosê 3 saet rêwîtî kiribû.

Navbera Tatos û Erzirumê bi rêya ku jê ra şose digotin, 170 km û kêmasî 3 saet, rê ya çîyê jî 40-50 km ye û saetek dikudîne. Rêya çîyê kin, lêbelê xêncî mehên havînê tu kes newêrê tê da rêwîtîyê bike.

Navbera Erzirum û Almanyayê yê jî 3500 km ye û bi balafirê 4 saetan dikudîne.

Dayik dema ku li balafirhegê peya dibe, law pêşwazîya wê dike û jê dipirse:

  • Dayê rêwîtîya te çawa derbas bû, tu rehet hatî?

Dayik bersiv dide û dibêje:

  • Kurê min rêwîtîya ji gund heta Erzirumê ez kuşt im, lê ji wê pê da rêwîtîya min pirr rehet, rê jî pirr nêzîk bû.

Dê û law ji balafirgehê heta ku diçin male, di derbarê gund û gûndîyan da diaxifin.

Law dipirse, dê jî bersiva wî dide.

Piştî hatina mal, şev û roj heval û hemwelatîyên law serlêdana dayîkê dikin, ku dema wê di mal da û bi der û cînarên nas ra derbas dibe.

Piştî çend hefteyan çûyîn û hatin kêm, dayik jî eciz dibe û newxweş dikeve.

Rojek ji rojan danê êvarê, nalîn û axîna dayikê her diçe zêde dibe.

Law destê dîya xwe digre, li erebê sîwar dike û berê xwe dide nexwaşxaneya bajêr.

Li nexwaşxane qasî saetek dipên, dû ra bijîşk dayikê miayene dike û ji lawê wê ra dibêje, „divê dîya te çend roj di nexweşxaneyê da bimîne…“

Jibo pêşnîyara bijîşk gotına ku law bike nîne.
Gor biryara bijîşk dayik di odeyekê da tê bicîkirin, law jî piştî demekê şûnda ji dîya xwe ra dibêje:

  • Dayê li vir kes nikare li ba nexwaşan bisekine, jixwe tu jî zêde nexweş ninî. Te nanê xwe yê êvarê xwar, dermanê te ji dan te. Tu niha serê xwe dayne ser balîfê û ji xwe ra razê. Ez jî terim malê û sibê zû dîsa têm.

Dû ra law xatir ji dîya dixwaze û ji odê derdikeve…

Dayik bi tena serê xwe di odê da dimîne.

Roja mayîn, çawa ku gotîye, law tê, li kêleka dîya xwe rûdinê, destê wê digre nav destê xwe û jê dipirse:

  • Dayê tu îşev baş raza yî?

Dê:

  • Erê, kurê min, ez heta destê sibê bi xwe nehesîyam û tu derek min jî neêşîya.
  • Dayê, piştî çûyîna min doxtor dîsa hatin tu miayene kirin?
  • Na, kurê min êvarê nehatin. Lê gavek berî hatina te du doxtor û hemşîreyek hatin, ez miayene kirim û çûn.
  • Ê we hevdû fahm kir? Qe ji te ra çi gotin?
  • Çi bibêjin kurê min. Doxtor destê xwe da napîya min, napîya min mist da û ji min ra got, „ana nasilsin…?“
  • Dayê doxtor tirkî dizanîbû?
  • Çima nizane kurê min. Emrê wî bi xwendinê derbas bûye, tu dibêjî, tirkî dizanîbû?

Lawê henekbaz dixwaze dîya xwe bide axaftinê, lê tişta ku dê bibêje nîne. Demek şûnda law diçe, dê dîsa bi tena serê xwe di odê da dimîne.

Roja din law dîsa tê sardana dîya xwe.

Dinihêre, ku jinekek din jî di odê da ye, yeka reşik û porgijik…

Law li kêleka cîhê dîya xwe rûdinê, dîsa destê wê digre û jê ra dibêje:

  • Dayê cînara te kîngê hat?
  • Duh êvarê hat, kurê min.
  • Ê we qet bi hev ra qise kir.
  • Erê, dema ku hat me li hev pirsî. Lê ew zû di xew ra çû û heta lahzek berê jî kûr kûr raza…
  • Ê te jê nepirsî, ew kî ye û ji kû ye?
  • Na weleh min jê nepirsî, lê Xwedê zane ji Qersê ye.
  • Ê dayê te jê nepirsî, lê dîsa jî tu ji xwe bawer dibêjî ji Qersê ye. Tu çawa dizanî ew ji Qersê ye?
  • Çima kurê min tu nabînî, jinekeke reşik û porgijik e. Min di vî emrê xwe da reşik û porgijikeke wisa li Ezirumê nedît û nas nekir. Loma dibêjim ger ku ji Erzirumê nebe, sedî sed ji Qersê ye…

20.08.2023

Sekoya Kurmancî