KURDISTANA SOR

KURDISTANA SOR
Helbestvan: Seyrana Celad
Kurdistana Sor, keçe Serhedê hatye serdana te,
Dixweze bi çevên xwe mêzeke kêf û halê te,
Gelekî pirs - silav, hesret min xwera anîye,
Dewsa gelê xwey xurbetî maçkim axa te.
Kurdistana Sor keça Elegezê hatye dîtina te,
Dixweze melhemke birînên dil û cergê te,
Ezê bi tilyê mûmîn paqijkim rondikên sûrtê te,
Bibim çira aşityê bişxulim li nav xaka te.
Kurdistana Sor kafkûn, wêran kirine,
Bîyanîya orta hev bi hovtî parvekirine,
Qet nemaye şopên netewa min li wan dera,
Tirê ne hatine, ne çûne, nejî şên û ava kirine.
Ezê çê bikim pirak qedîm û pir mezin,
Bighînim hevdu welatê xwe ye pênc parçe bûyî,
Amed, Şengal, Wan, Efrîn û Kêlbacar rabin,
Dest bidin destê hev dilana kurmanca geşkin.
Xwedê te çima qedera me reş û xemgîn nivîsye,
Naynî bîra xwe ku emjî hene, zarokê tene,
Kî derê dixwezin ji bo xwe welatek sazkin,
Dibe dew û doz, dîsa penaberî dibe para me.
Li kolanê bajarada û topraxa dunyayêda,
Perîşan digerim nabînim qulçek ji bo xwe,
Ez hêsîrim, nenas, xerîbim li her dera,
Windabûme tûnebûnêda, nabînim ez xwe.
Ezê bibim çirûska azadyê ji bo Niştîman,
Bibim birûsk biqelînim koka neyaran,
Bibim ruhustîn, bînim qira xwînxweran,
Ku xerîb aza bizvirin warê kal û bavan.
Ez jî dixwezim her cîh biaxivim, bibhêm bi kurdî,
Ku matmayî nebînin kanê tu çi dibêjî û dixwezî,
Çengek ax bidin, çi ya meye ez ew dixwezim,
Bese êdî dûrkevin, ji me sêwîya vegerin û herin.

23.07.2021 s.
Ez li #Kurdistana Sor

Sekoya Kurmancî