24 saliya koça dawî ya hunermend Ehmed Kaya

24 saliya koça dawî ya hunermend Ehmed Kaya

Hunermend, Stranbêjê, Helbestvan û Mûzîkjenê Kurd, Ehmed Kaya di sala 1957`an de li bajarê Meletî ya Bakûrê Kurdistanê ji dayîk dibe. Kaya di serdema gencîtiya xwe de rewşa hejarî û xirap de jiyana xwe derbas dike û ji ber wê yekê, berê xwe dide bajarê Stenbolê.

Ehmed Kaya ku hîna di temenekî biçûk de bû bavê xwe wefat dike û neçar dibe dest bi kar bike û dest bi karê huneriyê jî dike, Kaya bi sedan stran li ser jiyana hejariyê û zehmetiyê û çîna bidest tomar dike û dibe hunermendekî navdar li ser astê Tirkiyê.

Ehmed Kaya di sala 1999`an de li bajarê Stenbolê di kombûneke mezin de ku piraniya wan hunermendên Tirk û rojnamevan û kesayetiyên bi navûbang têde amadebûn bûn,axivî û got: Ez dixwazim bi kurdî stranan bêjim, lê ez li telefizyonekê digerim ku stranên Kurdî belav bike, di wî demî de hunermendên tirk êrişî (Ehmed Kaya) kirin û ew bi xiyanetê binav kirin û fişareke mezin lê kirin ku Ehmed Kaya neçar bû koçberî welatê Fransayê bibe û li Parîsê bi cih bibe.

Ehmed Kaya gelekî li hemberî helwestên nijadperestiyê aciz dibe û ji ber wê êşê nexweş dikeve û di 16/11/2000`an dilê wî radiweste û koça dawî dike û her li bajarê Parîsê tê veşartinê.

XELAT