EZ KÎ ME?
Helbestvan: Dr. Karîna Osêyan
Duniya zanî ez kî me?
Ez Êzîdî me Êzîdî me
Ez ji Şengalî me
Keça Med û Arî me
Gula çiyayê Sîpanê me
Dilopek ji ava Zimzimê me
Ji Serhede qedîmî me
Ava Spî de morkirî me
Duniya zanî ez kî me?
Zaroka çiyayê Agirî me
Êşa geliyê Zîlanê me
Birîna dilê dayika me
Ez im zozanên Muşê
Ez im gola Wanê
Ser axa min tu ax tune,
Wek çiyayê me çiya tune
Duniya zanî ez kî me?
Xwedî hestên zêrîn im
Kilame evînê me
Bi êş û bi derdan tijî me
Êrîş anîn li ser min
Bindest kirin gelê min
Ne min deşt ne jî zozan
Çiyayê min jî xwînê de ma
Duniya zanî ez kî me?
Dîroka Kurdistanê me
Ez ji kuraya qurnê têm
Ferman ser ferman da
Bi hesret û nalînim
Bi gazin û girînim
Lê carinan jî bêdengî
Ji ber ku ez Êzîdî me
XELAT