Navenda Midhat Kakayî mizgîniyek xweşe ji bo hunera şêwekarî
Stran Ebdulah ragihand, navenda çandê ya Midhat Kakayî mizgîniyek xweşe ji bo hunera şêwekarî.
Berpirsê Mekteba Ragihandinê yê (YNKê)Stran Ebdulah li lapera xwe ya tora civakî belav kiriye ku, Hunermendê navdar ê Kurd Midhat Kakayî piştî temamkirina hemû karên îdarî yên li şaredarî û qeymeqamtiyê niha bi vî karê çandî û ferhengî mijûl dibe.
Stran Ebdulah dibêje, Bi vejandina vê mala kevin û resen ya paytexta rewşenbîriyê ji aliyê birêz Midhat û endezyarên şêwirmend û arkeologên Silêmanî dê bibe cihekî geş ji bo xizmeta hunera şêwekarî û wênesaziyê ku ciwanên welat ji Silêmanî heta tevahiya Kurdistanê jê sûd werbigirin.
Stran Ebdulah got, li gel birayê xwe yê hêja û têkoşerê dêrîn Midhat me serdana wê malê kir ku berê mal û bîranîna malbata birêz Newzadî Nûrî Beg bûye û niha jî bi kêfxweşî di destên emîn de ye jib o xizmeta çandî û ferhengî.


