Helbestvanekî Kurd Xelata Wêjeyî ya Navneteweyî "Kathak" wergirt

Helbestvanekî Kurd Xelata Wêjeyî ya Navneteweyî "Kathak" wergirt

Îsal, Înîsiyatîfa Helbestî ya "Kathak" li Bangladeşê biryar da ku xelata wêjeyî ya navneteweyî "Kathak" pêşkêşî helbestvanê Kurd Husên Hebeş û hinek helbestvanên din bike.

Helbestvanê Kurd Husên Hebeş ji kovara Xelatê re aşkira kir ku, di dayîna xelatê de nivîsandibûn ku "Ji ber beşdariya wî ya berbiçav di wêjeya cîhanê de, ligel çend helbestvanên din yên pir girîng di cîhanê de" ye.

Helbestvan li Hevdîtina Cîhanî ya Ramanbîr û Nivîskarên ji bo Aştiyê 2024 li Kolkata, Hindistanê, hat xelat kirin.

Bi gotina Helbestvan Husên Hebeş, ev xelat di salên bihurî de radestî van helbestvanan kirin: Helbestvan Tobias û Jona Burghardt ji Almanya, Dr. Ahmad Kamal Abdullah ji Malezya, Dr. Lee Kuei-shien ji Taywanê, helbestvan Bengt Berg ji Siwêdê, helbestvan Agnes Meadows ji Brîtanya, Dr. Joyce Ashuntangtang ji Kamerûn û hwd.

Hêjayî gotinê ye ku Helbestvanê Kurd Husên Hebeş ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye û li welatê Almanyayê dijî.

 XELAT