Kilama Temenekî Birîndar

Kilama Temenekî Birîndar

Helbestvan: Berken Bereh

 

kilama vî temenî ji keseran pêk hat

bêbextiyê pêsîrên jiyanê mijandin, ne xewnên me

êdî bayekî bê ser û ber bû zarokatiya min

çîqîniya wî li dara bindestiyê hilawistî

qedexeyan lîstikên zarokan dimeyandin

pirr nediaxivîm zêde nedikeniyam

beriya evînê cixareyê ez rapêçam

xortekî çak bûm li gorî gotina gundiyan

salan bi xwe re birîn fireh û kûr kir

êşiyam ji her awirekî melûlî

her mala xizaniyê kon vegirtiye li ber dêrî

bi dilgermiya tenûra pêşeroja wan vêketim

navê te qedexe bû bibîranîna te şûrekî mirovkuj

çend hevalan bar kirin ji kolanên vî bajarî

ba û baranan tehma xwe winda kirin

dûxaneke kontrayî xwe bi ser dengê me de berda

beytakan rengê xwe ji me re hiştin û koç kirin

rikekê ez girtim ji dîroka me ya jarmayî

û min nexş kir demsala bêbext li dîwarê dilê xwe

di awêneya jiyana me ya şikestî de zebaniyên nas

di nava gulên baxçeyê temenê me de striyên zirbav

wan bi destên xwe rûyên xwe qelaştin

rûçikandin stranên xwe

û birayên xwe firotin bi diravan

êdî bager e bahoz e xwîn e

meh riziyan rezberê tîne

li pişt xewneke çîlspî

ditirsim kilama temenekî birîndar bimîne

dibêjin ku hê jî

bi evîndarî dimeyîne

ew dilê birîndar

serpêhatiya xwe

 

XELAT